25'ê Adara 2019'an: Medya Çinar li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî 2024-03-25 09:01:34     Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Medya Çinar li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdinê çalakiyek li dar xist û dawî li jiyan xwe anî. Cenazeya Medyayê li gundê Margik a Qosera Merdînê hat definkirin.    Medya di sala 2015-2016'an de di qedexeya derketina li dervê de hat girtin. Medya li dadgehê parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê şer kiriye û ji ber ku birîndar bûye hatiye Nisêbînê tedawî bibe. Di dema tedawiyê de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û ji ber bîrindarbû nekariyê ji Nisêbînê derkeve.    Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1911: Fabrîkaya îşlikan a li avahiya Asch Building a New Yorkê şewat derket û 146 karker jiyana xwe ji dest da. Ev der cihê destpêka tevgera karkerên jin bû. Di dîroka tevgerên karkeren de wekî şewata Trîagle derbas dibe.    2019: Li Çerkezkoyê piştî ku peyman di nabera karkeran de pêk nehat karmend 20 karkerî ji kar derxist. Li dijî kar derxistinê 200 karkerên jin dev jî kar berdan û fabrîkaya ku dixebitin dagir kirin.