20'ê Adara 2012'yan: Qanûna 6284'an ket meriyetê 2024-03-20 09:01:42       Qanûna (6284) a Li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê û Parastina Malbatê ket meriyetê    Piştî qanûna 4320'an a sala 1998'an, bi xebata salekê qanûna têkoşîna li dijî şîdeta mêr a li hemberî jinê ket meriyetê. Rêxistin û platformên jinan bi hewldanên xwe tevlî xebatan bûn û di sala 2012'yan de jî Qanûna Li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê û Parastina Malbatê (6284) ket meriyetê    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:   1612: Helbestvana Emerîkî û femînist Anne Bradstreet hat dinê.    2019: Xelata Abelê cara yekem jinekê di 2019'an de girt. Hat diyarkirin dê Xelata Abelê ji bo Profesora Emerîkayî Karen Keskulla Uhlenbeck bê dayin.    2021: Piştî feshkirina Peymana Stenbolê li gelek bajaran jin derketin qadan û gotin Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.