16'ê Çileya 2008: Kovara Hêviya Jinê dest bi weşanê kir 2024-01-16 09:01:14   Kovara Jinê ya bi navê Ozgur Kadinin Sesî (Dengê Jinên Azad), navê wê hat guhertin û di 16'ê Çileya 208'an de bi navê "Hêviya Jinê" weşana wê hat berdewamkirin.    Kovara Jinê ya bi navê Ozgur Kadinin Sesî (Dengê Jinên Azad) ku di 19998'an de dest bi weşanê kir, navê wê hat guhertin û di 16'ê Çileya 2008'an de bi navê "Hêviya Jinê" weşana wê hat berdewamkirin.    Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de îro derketine pêş wiha ne:   1933: Jinan zanist Susan Sontag, a ku Yahudiyeke Polonyayî û Lîtvanyayî ye li malbateke Emrîkî hat dinê.    2023: Li Afganîstanê parlamentera jin Mursel Nebîzade di mala xwe de ji aliyê kes an kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin.   2023: Rêxistina Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kongra Star di 18'emîn salvegera damezrandina xwe de bi dirûşma “Em ê bi ruhê têkoşînê yê şoreşa jinê serhildana Jin jiyan azadî bi ser bixin” kongreya xwe ya 9'emîn li dar xist.