15'ê Çileya 2010'an: Dengbêja kurd Fatma Îsa jiyana xwe ji dest da 2024-01-15 09:01:32   Yek ji dengên mezin ên muzîka kurd Fatma Îsa di 15’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest da. Dengbêja kurd Fatma Îsa bi dengê xwe bandorek mezin kir. Fatmaya ku di 15'ê Çileya 2010'an de li Krasnodara Moskovayê jiyana xwe ji dest dide li dû xwe dengekî bi efsûn dihêle. Ji aliyê girseyeke mezin tê oxirkirin. Di cenazeyê Fatmayê de ji aliyê dengbêjan ve kilama Miho tê gotin. Fatmayê li dû xwe mîrateyeke mezin hişt.    Hinek bûyerên girîng ên îro di dîrokê de rû dane wiha ne:   1919: Pêşenga tevgera sosyalîst a cîhanê Rosa Luxemburg di 15'ê çileya 1919'an de hat girtin. Bi îşkenceyeke dijwar re rûbirû ma û cenazeyê wê avêtin qenela avê.    1968: 5 hezar jinên ku xwe wekî Tugaya Jeannette Rankin bi nav dikirin, li Emerîkayê li dijî dagirkirina Vietnamê çalakiya protestoyê li dar xistin. Femîst Jeannette Rankin a 87 salî pêşiya girseyê dimeşiya. Di meşê de cara yekem dirûşma "Xwişkbûn bi hêz e" hat berzkirin. Piştre ev dirûşm belavî cîhanê bû. Cara yekem jinek bû endama Kongreya Emerîkayê û ev jî Jeannette bû. Jeannette ji bo mafê dengdayînê û li dijî şer her tim di nava têkoşînê de bû. Di Şerê Cîhanê yê 2'yem de li dijî êrişa Emerîkayê ya li hemberî Japonyayê derket û cara yekem parlamenterek li dijî şer deng da.    2006: Michelle Bachelet bû serokdewleta Şîliyê. Ji sedî 53,5 deng girt. Her wiha li Emerîkaya Başûr jî jina 6'emîn bû ku bû seroka dewletê.    2009: Li Elbaka Wanê zaroka 16 salî Naîle Erdaş di encama tecawizê de ducanî ma û derbarê wê de malbat biryara kuştina wê da. Derbarê kuştina wê de 5 endamên malbatê cezayê muebbetê girtin. Rêxistinên jinan bûn şopdarên dozê.     2011: Ji hêla Şaredariya Colemêrgê ve Navenda Piştevaniya Jinan a Binevşê hat vekirin.    2016: Kongreya Star berî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 15'ê Çileya 2005'an de bi navê Yekîtiya Star bi pêşengiya çend heb jinan hat avakirin û ji ber zextên rejîmê xebatên xwe veşartî dikir. Bi pêkhatina Şoreşa Rojava re bi navê Kongreya Star avakirina xwe di 6'emîn kongreya xwe ya 2016'an de îlan dike.