11'ê Çileya 2022'yan: Ji jinan çalakiya 'Êdî Bes e' 2024-01-11 09:01:21     Tora Parastinê ya Jinan, di 11'ê çileya 2022'yan de li dijî xespkirina mafê nafakayê, qetilkirina jinan, qeyrana aboriyê û fetvayên wezaretan bi dirûşma "Edî Bes e" çalakiyek li Kadikoyê li dar xistin.    Hin bûyerên girîng ên di dîrokê de ku îro pêk hatine wiha ne:   1885: Alice Paul, yek ji pêşengên têkoşîna mafê dengdanê ya jinên Emerîkî ye û di 11'ê Çileya 1885'an de ji dayik bû. Alice piştî ku Emmeline Pankhurts nas kir bêtir bi têkoşînê bibandor bû û piştre di nav têkoşînê de roleke mezin lîst. Jinan ji bo mafê dengdayînê di 3'yê Adara 1913’yan de xwe bi rêxistin kirin û meşeke mezin li dar xistin. Di vê meşê bi sedan jin bi êrişa mêran re rûbirû man.   Di Çileya 1917’an de li ber Qesra Sipî jî pankarta "Jin ji bo azadiyê gelo dê çiqas rawestin?" vekirin û 18 mehan çalakiya xwe li ber qesrê domandin. Bi hinceta trafîkê asteng dikin hatin binçavkirin û 3 meh cezayê girtinê li wan jinan hat birîn. Jinan dîsa ji bo hevalên xwe li ber qesrê çalakiya xwe domandin. Ji bo Aliceyê 7 meh ceza hat birîn. Alice li hemberî vê yekê li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir. Gelek jin ji bo piştgiriyê bidin Alicê dest bi greva birçîbûnê kirin. Lê bi zorê xwarin dan Aliceyê. Alice derbarê pêkûtiyan de nameyek nivîsand. Gel piştî nameyê daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Piştî çalakiyan, Alice serbest hat berdan. Aliceya têkoşer di 9'ê Tîrmeha 1977’an de jiyana xwe ji dest da.    2009: Rojnamegera femînist a Nepallî Uma Singh di 27 salî ya xwe de bi hovane hat kuştin. Uma, li radyoya herêmî ya Today FM’ê de bi navê  “Garmagaram Chai”, li dijî şîdeta li hemberî jinê bername çêdikir. Bi taybetî jî cih dida nameyên jinên ku ji şîdetê rizgar bûyî. Piştî ku Uma hat qetilkirin ji hêla Yekîtiya Neteweyî ya Parastina Mafên Mirovan a Jinan (NAWHRD) ve ji bo wê kampanyayek hat destpêkirin. Jinan daxwaza ronîkirina kuştina Umayê kirin, her wiha xwestin ku bila kujer bê ceza nemînin. Her wiha di sala 2013'an de kujer Umesh Yadav hat girtin û cezayê muebetê hat dayîn.    2011: Bi pêşengiya Petrol-Îş ji bo Fabrîkaya Bericap a Gebzeyê li dijî derxistina 93 karkerana grevek hatibû destpêkirin. Di roja 20'an de rêxistinên jinan û femînist çûn serdana karkeran. Berxwedana Bericapê piştî berxwedana 209 rojan bi dayîna tazmînatên karkeran bi dawî bû.    2016: Ji hêla Kongreya Jinên Azad (KJA) ji Sêrtê heta Şirnexê meşek hat organîzekirin. Jinên ku li Bodrum, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Enqerê hatî jî tevlî meşê bûn.    2018: Parlamenteriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Zana bi hinceta sondxwarina wê nehatiye pêjirandin hat betalkirin.