10'ê Çileya 1957'an: Helbestvan Gabrîela Mistral jiyana xwe ji dest da 2024-01-10 09:01:37     Helbestkara xwediya xelata Nobbelê Gabrîela Mstral, di 1957'an de li New Yorkê jiyana xwe ji dest da. Gabrîela, di 7'ê Nîsana 1889'an de li bajarokê Vucuna yê Şîliyê hatibû dinê û di 1957'an di 10'ê Çileyê de li New Yorkê jiyana xwe ji dest da.    Hinek bûyerên girîng ên ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   1984: Li Tirkiyeyê kurtaj hat qanûnîkirin. Lê mafê kurtajbûnê piştî ku hat qebûlkirin bi salan ji aliyê îqtîdara AKP'ê ve careke din bû mijara niqaşê.  Herçend ku ji ber berxwedana jinan di vî warî de gav paşve hatibe avêtin jî hîna di hedefa îqtîdarê de ye.    2015: Tevgera Demokratîk û Azad a Jinê (DOKH) ji bo ku stratejiya xwe ya têkoşînê rêbaza xwe ya rêxistinkirinê niqaş bike 8'emîn Konferansa xwe ya Asayî bi tevlibûna bi sedan delegeyan pêk anî.    2016: Li navçeya Hezex a Şirnexê jinên ku di nava komunên kolanan de cih digirtin hatin gel hev û Meclisa Jinan ava kirin. Meclisa ku ji 50 delegeyan pêk dihat ji bo rêveberiyê 9 kes jê hatin hilbijartin.    2018: Tevgera Azad a Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir ku QSD'ê û hêzên navneteweyî 500 jinên ku di fermanê de ji aliyê DAÎŞ'ê ve ji Şengalê hatine revandin û birine Sûriyeyê rizgar kirine.