8'ê Çileya 2016'an: Rozerîn Çukur hat qetilkirin 2024-01-08 09:01:34     Rozerîn Çukur a 17 salî li Sûra Amedê hat qetilkirin û piştî çend meh şûn de cenazeyê wê teslîmê malbatê hat kirin.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:   1896: Rojnameya femînist a bi navê La Voz de la Mujer (Dengê Jinê) li Arjantinê dest bi weşanê kir. Rojname bi pêşengiya nivîskar, femînist û anarşît Virginia Boltin ve hat derxistin.    1937: Hunermend Shirley Bassey a ku li cîhanê bi dengê xwe navdar bû li Îngilîstanê hat dinê. Hêj di zarokatiyê de bi dengê xwe bal dikişand ser xwe. Di 16 saliya xwe de di muzîkalan de cih girt.    1949: Serokkomarê Şîliyê pêşnûmeya mafê bikaranîna deng a jinan qebûl kir lê tevlîbûna jinan a merasîmê asteng kir. Di salên 1920'î de femînist û rêxistinên jinan ji bo mafê dengdanê xebat dan meşandin. Di sala 1934’an de di hilbijartinên herêmî de kêm be jî serkeftinek bi dest xistin. Di sala 1944'an de bi Santiagoyê 200 rêxistinên jinan kom bûn Federasyona Komeleyên Jinên Şîlî (FECHIF) ava kirin û bi awayekî hevpar kampanyayek dan meşandin. Bi xebata wan serokdewletê Şîliyê pêşnûme qanûn qebûl kir, lê nehişt jin tevlî merasîmê bibin.    2016: Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê li Zîncîrlikuyuya Stenbolê li ser pirekê pankarta "Ji bo Pakize, Sêvê, Fatma...Em xemgîn in em bi hêrs in. Bila çek bisekinin, bila aştî biaxive" darde kir.    2016: Hunermenda navdar Mîlo Moîre, li dijî destdirêjiya ku di sersalê de li Koln a Elmanyayê pêk hat şermezar bike li kolanê cilên xwe derxist.