7'ê Çileya 2016'an: Aktivîstên aştiyê li meclîsê çalakî li dar xistin 2024-01-07 09:01:45   Jinên parêzvanên mafên mirovan li Lijneya Giştî ya Meclîsê ji bo aştiyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Şebnem Korur Fincancı, Mine Nazari, Nadire Mater, Neşe Ozgen, Nimet Tanrikulu, Umît Efe û Umit Sezer di çalakiya ku pêk anîn de xwestin mirinên li herêmê bi dawî bibin û ji bo vê yekê meclîs vexwend peywirê. Jinên laçikên xwe yên sipî danîn erdê gotin Em welatekî azadî, demokrasî, aştî lê heye dixwazin.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1908: Aktivîsta Mafê Jinan Cecilia Makiwane li Başûrê Efrîkayê wekî yekemîn hemşîreya pispor dest bi peywirê kir. Di vê serdemê de astengiyeke li dijî reşikan hebû ku bibin hemşîre. Ji sedî 6 jinên reşik xwendibûn. Cecilia ji ber dikaribû biçiya dibistanê azmûna hemşîretiyê derbas kir.    1945: Femînista radîkal Shulamith Firestone ji dayik bû.  Shulamith di 25 saliya xwe de pirtûka bi navê "Diyalektika Zayendiyê: Doza Azadiya Jinê" nivîsand û ev pirtûk ji bo tevgera femînist a Emerikayê bû metnek klasîk. Shulamithê di 67 saliya xwe jiyana xwe ji dest da.    2002: Rûniştina doza polîsên ku di tebaxa 2001'ê de li Şileya Stenbolê jinek revandibûn û tecawizê wê kiribûn hat dîtin. Feministan û rêxistinên jinan rûniştin şopandin. Doz bi beratkirina yekî û tenê bi cezakirina kesekî bi encam bû.    2009: Ji fikrên cuda bi dehan jin li Îsraîlê daxuyaniyeke hevpar dan û xwestin demildest dawî li pevçûnê bê. Di daxuyaniyê de hat gotin bedelê herî giran jin û kesên bi cudatiyê rû bi rû tên hiştin didin û banga hevdîtina aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filîstînê hat kirin.   .