4’ê Çileya 2016'an: Sêvê, Pakîze û Fatma hatin qetilkirin 2024-01-04 09:01:38     Di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Sîlopîyê ya Şirnexê di dema qedexeyên derketina derve de, endama Meclîsa  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Kongreya Jinên a Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir ku çûbûn herêmê, di 4’ê Çileyê 2016’an de bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin, hatin qetilkirin.   Di dîrokê de îro hinek bûyerên din ên qewimîne wiha ne:   1883: Pataloga nebatan a Hollandayê Johanna Westerdîjk, îro hatiye dinê. Johanna yekem profesora jin a welatê xwe ye.   1904: Astronoma DYA’yî Anna Wînclock îro jiyana xwe ji dest daye. Anna jiyana xwe bi çêkirina kataloga stêrkan a nêzî cemsera başûr û bakur a serdema nêz, derbas kir û bi xebat û hesabkirinên der barê asteroît tê zanîn. Anna bi taybet li ser 433 Eros û 475 Ocllo hesabkirin pêk aniye.   1924: Sporîsta Alman Marîanne Werner îro hatiye dinê. Di olîmpiyatên 1952 û 1956’an de di avêtina gule û dîskê de du xelat bi dest xistin. Marîanne di vê bernameyê de di 1958’an de şampiyoniya Ewropayê qezenc kir û di 1954’an de bû 5’emîn.   1972: Hiqûqnas Rose Heîlbron ku li Qraltiya Yekbûyî wek jineke ku di kariyera xwe de gelek tiştê yekem jiya, 50 sal berê îro  bû duyemîn dadgera jin a welat. Rose, di heman demê de wek jina ku doza cînayetê bi rê ve biriye, bûrsa yekem qezenc kiriye û saymana yekem a jin derbasî dîrokê bû.