30'yê Kanûna 1828'an: Li Emerîkayê bi pêşengiya jinan greva yekem 2023-12-30 09:01:39     Di dîroka Emerîkayê de cara yekem karkerên li fabrîkayê li dijî kedxwariyê bi pêşengiya jinan grev dan destpêkirin.    Di sala 1812'yan de li Emerîkayê di Fabrîkaya Pembo ya Doverê/Fabrîkaya Tekstîlê jin û zarok dihatin xebitandin. 12 saetan bi heqdestekî kêm hatin xebitandin. Piştî ku fabrîka hat firotin bêtir heqdestê wan hat kêmkirin. Jinan bi pankat û dowîzan li dora fabrîkayê dest bi çalakiyê kirin. Ji bo çalakî bê dîtin jî çend varîl barût hatin teqandin. Jinan berê xwe dan nava bajêr û qala çalakiya xwe kirin. Di dîroka Emerîkayê de cara yekem grevek ji hêla jinan ve hat bi rêxistinkirin.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1990: Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji hêla 32 kesên ku mafên mirovan diparêzin ve piştî darbeya 12'yê Îlona 1980'an de hat avakirin.    2017: Hunermend Ayşe Selen, di heman demê de şanoger bû îro jiyana xwe ji dest da.    2020: Piştî ku Senatoya Arjantînê qanûna kurtajê qebûl kir, jinan li ber avahiya Senatoya Neteweyî ya Buenos Airesê kom bûn û dest bi çalakiya nobetgirtinê kirin.    2020: Endama Partiya Kominist a Hindistanê Marksist (CPI-M) Arya Rajendran bû seroka şaredariya bajarê Thiruvananthapuram a eyaleta Kerala ya Hîndistanê û ji bo dest bi peywirê bike sond xwar.