25'ê Kanûna 2016'an: Nûria Pompeia jiyana xwe ji dest da 2023-12-25 09:01:21     Karîkatûrîsta femînîst a di Îspanyayê de pêşeng bû, xêzkara Katalanî û nivîskara mizahê Nûrîa Pompeîa di 85 salîya xwe de jiyana xwe ji dest da. Wêneyên hunermenda ku di sala 1931’ê de li Barselonayê hate dinê, di 1969’an de di kovarên curbecur de hatin weşandin.   Di dîrokê de hin bûyerên ku qewimîne ev in:    1911: Hunermend Louise Bourgeois li Parîsê ji dayik bû.   1954: Muzîkjena Îskoçî, vokalîst û xwedîyê xelata akademîyê, bestekar Annie Lennox ji dayik bû.   2008: Ji hunermendên Emerîkî yên derketine pêş Eartha Kitt di 81 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Eartha ya muzîka cazê dikir ji ber pençeşêra kolonê jiyana xwe ji dest da.    2015: Tevgera ji bo Aştîyê (BIKG) peyamên aştiyê li xemlên li qadan zêde kir.