20'ê Çileya 2015: Damezrandina Meclisa Jinê ya Zîn hat ragihandin 2023-12-20 09:01:34     Li paytexta Fransa Parîsê di kongreya ku hat lidarxistin de damezrandina Meclisa Jinê ya Zîn hat ragihandin.   Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   2015: Aktîvîstên KJA'yê ku bi KHK'ê hat girtin, di 20'ê kanûna 2015'an de, ji bo ku balê bikişînin ser êrîşên di 2015'an de ên dema qedexeya derketina kolanan ku li Cizîr û Sîlopiyê pêk hatin, li Enqerê AVM'yek dagir kirin.   2015: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdema qedexeyê de jina bi navê Zeynep Yilmaz hat qetilkirin û di heman serdemê de Ayşe Buruntekîn jî li Sîlopiyê hat qetilkirin.    2015: Ji aliyê Akademiya Şehîd Dilovan ve li Kobanê cara yekê tabura HPC'ê ya ku ji jinan pêk tê hat avakirin.    2020: Li Arjantînê zaroka 14 salî Florencia Romano hat kuştin. Jinan ji bo zaroka ku hatî kuştin Avahiya Edliyê ya Mendozayê şewitand. Zaroka 14 salî di 12'yê kanûna 2019'an de winda bibû, piştre cenazeyê wê hat dîtin. Bi rojan ji bo Florenciayê çalakî hat lidarxistin û herî dawiyê jî jinan Edliya Mendozayê şewitand.    2022: Wezareta Hîndekariyê ya Bilind a Afganistanê bi nivîseke ji zanîngehan re şand ragihand ku wan perwerdeya jinan a li zanîngehan bêdem qedexe kirine.