15'ê Kanûna 2021'ê: Kampanyaya 'Beyana jinê esas e' hat destpêkirin 2023-12-15 09:01:24     Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Îzmîrê bi dirûşma "Beyana Jinê Esas e, Divê Mêr Dijberê Wê Ispat Bike" dest bi kampanyayê kir.    Di dîrokê de îro hin bûyerên girîng ku qewimîne wiha ne:   2007: Kooperatîfa Jinan a Amargî ku ji bo nakokiyên di navbera zayendan de li Tirkiyeyê hat avakirin di 15'ê Kanûnê de Pirtûkxaneya Amargî vekir û rêxistinbûna xwe bi hêztir kir.    2015: Pêşangeha wêneyan a Aynur Eplî ya ku 23 sal in di girtîgehê de ye ya bi navê "Li derve û li hundir jin" hat vekirin. Aynûr pêşangeha ku ji wêneyên wê yên 3 salan xêz kiribûn hat vekrin diyarî, endama YJA Starê ya li Mûşê hat qetilkirin û bedena wê hat teşîrkirin Kevser Elturk (Ekîn Wan) û Ozgecan Aslan a li Mêrsînê êrîşa zayendî lê hat kirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin, kir.   2019: Jin ji bo piştgiriyê bidin çalakiya jinên Şîliyê ya "Las Tesî" li Îzmîr û Stenbolê di 15'ê Kanûna 2019'an de hatin gel hev, prformansa xwe nîşan dan û bûn dengên hev.   2020: Dayikên Gerîla ji bo şermezarkirina êrişên PDK'ê yên li Hêrêma Kurdistanê ya Federe ber bi Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ve meş li dar xistin.   2020: Kongreya Star û Weqfa Newrozê li Nevanda Weqfa Civakî û Çandî ya li Beyrûta Lubnanê panela bi navê "Sepan û rêxistinbûyina edaletê ya ji bo jinê" li dar xist.