14'ê Kanûna 2015'an: Li Cizîrê qedexeya derketina derve dest pê kir 2023-12-14 09:01:17     Piştî îlankirina Rêveberiya Xweser, li Cizîrê ji hêla walitiya Şirnexê ve di 14'ê kanûna 2015'an de qedexeya derketina derve hat îlankirin.    Hin bûyerên girîng di dîrokê de wiha ne:    1908: Helbestvan, nivîskar, siyasetmedar û femînist a misirî Doria Shafik, li Tantayê hat dinê.    2018: Rojnameya The Times a Îngilistanê di çarçoveya mafên mirovan û têkoşîna mafên mirovan de parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr wekî parêzera hefteyê bijart.    2019: Lîstîkvana şano, rêzefîlm û sînemayê Hale Akinli di fîlma “Rê" û “Bila li Bafirokê” de lîstîbû, ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.    2020: Bi hezaran jin li Varşovaya Polonyayê daketin qadan û qanûna qedexeya kurtajê protesto kirin.