13'ê Kanûna 2015'an: Li dijî reklama zayendperest kampanyaya îmzeyê 2023-12-13 09:01:16     Erktolîa, li dijî fîlmê reklama zayendperest a markaya Profîlo ku alavên elektronîk ên malê difirojê, bi dirûşma, "Karê malê tenê ne yê jina ye" kampanya îmzeyê da destpêkirin û xwest ku ev fîlm ji weşanê bê rakirin.   Erktolîa, di 2015'an de li dijî fîlmê reklama zayendperest a markaya Profîlo ku alavên elektronîk ên malê difirojê, bi dirûşma, "Karê malê tenê ne yê jina ye" kampanya îmzeyê da destpêkirin.    Hin bûyerên girîng di dîrokê de wiha ne:    2017: Li bajarokê Kumarkhalî yê li rojavayê Bangladeşê mela û 5 peywirdarên mizgeftê li dijî xebata jinan a li zeviyan ya piştî nimêja înê fetwa dan. Li ser vê fetvayê polîsan 6 kes binçav kirin.    2017: Jinên Partiya Şoreşger a Tirkiyeyê, Encamnameya Konferansa Partiya Yekîtiya Şoreşgeran weşandin. Di encamnameya ku hat weşandin de banga têkoşînê li jinên ku bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin û qadên jiyanê li wan hatin tengkirin kir.     2017: Komeleya Jinan a BîzBîzze ya Fikir û Piştevaniyê li Tirkieyeyê damezrandina xwe ragihand.   2018: Televîzyona Jinan Jin TV bi pêşengiya jinên kurd bi dirûşma "Dengê jinê rûyê jiyanê" di 8'ê Adara 2018'an de dest bi weşana xwe ya testê kir û di 30'ê Hezîrana 2018'an de jî li ser Nîlsatê dest bi weşana daîmî kir.    2019: Li Şiliya welatê Başûrê Emerîkayê jinan li dijî tundî, tecawiz, destdirêjî, tundiya mêr-dewletê reqsa Las Tesis pêk anîn. Jinan xwestin li Enqereyê jî li dijî tundiyê reqsa Las Tesis pêk bînin lê belê polîsan mudaxale kirin. Bi tundiyê 9 jin hatin binçavkirin û piştre hatin girtin.    2020: Jinên li ser medyaya civakî bersûcên destdirêjiyê teşhîr kirin wiha gotin:"Em li gel her jinên bêdeng namînin bin û em ê ji têkoşîna xwe gavê paşde neavêjin."    2020: Li bajarê Sydneyê yê Avûsturyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk  (DKTM)  bi pêşengiya Komîteya Jinê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Di çalakiyê de hat gotin wê hesab ji îktidara AKP-MHP'ê bê pirsîn.