21'ê Mijdara 1998'an: 1'emîn Komcivîna Stargehên jinan pêk hat 2023-11-21 09:01:52     Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, 1'emîn Komcivîna Stargehan li Salona Konferansê ya Maçkayê a ÎTU'yê pêk hat.    Hin bûyerên din ên girîng ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:    2002: Şemse Allak di 2002'yan de ji hêla Halîl Açil ve bi tecawizê re rûbirû ma. Şemse ji hêla birayê xwe Ridvan, Zulfîkar û Emrullah Allak ve di 21'ê mijdarê 2002'yan de bi kevir û şivikan recîm kirin. Halîl Acil jî bi kevir û şivikan hat kuştin. Şemse 6 mehan di komayê de ma û di 7'ê hezîrana 2003’an de jî jiyana xwe ji dest da. Bi hewldana rêxistinên jinan recîmkirina Şemsê derket holê. Ji ber ku malbat xwedî li cenaze derneket ji hêla wezîfedarên şaredariyê ve hat definkirin. Jinan nimeja cenazeyê kir. Kesên ku Şemsê bi rêkirin jin bûn. Her wiha birayê Şemseyê Mehmet Emîn Allak 20 sal û 8 meh, Emrullah Allak 12 sal û 6 meh, Ridvan Allak jî 17 sal û 6 meh ceza girtin.    2015: Polîsan di çalakiya jinan a bîranîna jinên ku di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane de wêneyê Kevser Elturk (Ekîn Wan) desteser kirin.    2015: Hevparên KJA'yê ya Wanê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de Kaniya bi navê Ekîn Wan vekirin.    2017: Betalkirina parlamenteriya Leyla Zana bi hinceta ku nayê Meclîsê ji hêla Komîsyona Edalet-Makeqanûnê ya Meclîsê ve hat qebûlkirin.    2017: Pirtûka yekemîn a Kathryn Evans a bi navê Yên din ên di Hundirê Min de li Mîhrîcana Pirtûkan a Navneteweyî xelata pirtûka herî baş girt.    2018: Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNICEF) bi minasebeta Roja Zarokên Cîhanê, Millie Bobby Brown (14) a rola sereke ya MStranger Thingsê dilîst, wekê qasida herî ciwan û baş îlan kir.