20'ê Mijdara 2016'an: TJA hat avakirin 2023-11-20 09:01:25     Di 20'ê mijdara 2016’an de jinên kurd avakirina TJA'yê îlan kirin  û dan zanîn ku dê têkoşîna xwe di bin banê TJA'yê de bidomînin.    Di 20'ê mijdara 2016’an de jinên kurd avakirina Tevgera Jinên Azad (TJA) îlan kirin û da zanîn ku dê têkoşîna xwe di bin banê TJA'yê de bidomînin. Jinên kurd ku li hola Konferansa Vedat Aydin a li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) kom bûn û "Hevdîtina jinan" li dar xistin, diyar kirin ku ew wekî hevgitiyên KJA'yê ji îro û şûnde têkoşîna xwe di bin navê  TJA'yê de bidomînin.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1917: Li Hîndistanê cara yekem Îndira Gandhi bû serokwezîr. Îro rojbûna Îndirayê ye.    1959: Yekitiya Neteweyî (NY) Deklarasyona Mafên Zarokan weşand.    1989: Di 20'ê mijdara 1989'an de ji bo parastina mafên zarokan a li hemberî şer û xizaniyê Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî "Peymana Mafên Zarokan" îmze kir. Ji vê rojê heta îro 20'ê mijdarê wek Roja Mafê Zarokên Cîhanê tê pêşwazîkirin.    1989: Di çarçoveya kampanyaya "Beden a min e, ji destdirêjiyê re na" li kolana Bilsaka Stenbolê panelek li dar xistin û piştre nêzî 40 jin berê xwe dan Beyogluya Stenbolê çalakiya derziya  mor li dar xistin.    1970: Femînistan di 20'ê mijdara 1970'an de Pêşbirka Xweşikiyê ya Cîhanê Şa Albertt Hall a Îngilistanê protesto kirin. Koma ku çalakiya protestoyê li dar xistin ketin salona pêşbirkê. Piştî çalakiyê li Londonê gelek jin tevlî tevgera femînistan bû.    1988: Piştî mirina şefê cunteya leşkerî Ziya Ul Hak a sala 1988'an li Pakistanê cara yekem di sala 1977'an de hilbijartineke serbixwe pêk hat. Di 19'ê cotmeha 1988'an de Benazir Butto bû serokwezîra yekem a jin.   1998: Di 12'ye mijdarê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat balafirgeha Romayê û wekî îro Îtalyê destûra mayîna Ocalan da.    2015: Şaredariya Geverê ya Colemêrgê ji bo xebatên jinan Meclîsa Jinan ava kir.    2015: Emel el-Kubeysi li Dewletên Ereban bû seroka meclîsê. Di dîrokê de cara yekem jinek bû seroka meclîsê.   2016: Ji bo bi JINHA'ya ku bi KHK'ê hat girtin re bikevin piştevniyê jinan çalakiya "Noketeya nûçeyan a JINHA'yê" dan dedstpêkirin. Jînên ku çalakiya xwe ya yekemîn bi dawî kirin bi kampanyaya "Jin ji JINHA'yê re dinivîsin" çalakiyên xwe dewam kirin.     2017: Tîma Kaşkaşok a Jinan a Nîjeryayê cara yekem tevlî Olipiyatên Zivistanê ya sala 2018'an bû. Ev tişt di dîroka Nîjeryayê de cara yekem bû.    2017: Ji Dayikên Plaza De Mayo Marta Vasguez di 90 salî ya xwe de jiyana xwe ji dest da.     2018: Dayika Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê Aysel Yuksel ku di serdema qedexeya derketina kolanana a 14'ê kanûna 2015'an dest pê kir de hat qetilkirin Emîne Urun jiyana xwe ji dest da.     2018: Kedkarên jin ên çapemeniyê li Belçîkayê konferansek li dar xistin û Yekîtiya Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) ava kirin.