18'ê Mijdara 2016'an: Hediye Ataman ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin 2023-11-18 09:01:36       Li Kuçeya Çelebibagi ya Erdîşa Wanê di saetên şevê de malek ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û hat şewitandin. Hediye Ataman a di mal de bû hat qetilkirin. Piştî bûyerê hin organên çapemeniyê diyar kirin ku jineke PKK'yî mirî hatiye dîtin û 3 polîs jî birîndar bûne. Lê rastî zû aşkere bû, cîranên Hediyeyê diyar kirin ku ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1910: Sufrajetên ku ji bo mafê jinê yê bikaranîna deng têdikoşiyan li ber Kamaraya Avamê bi tundiya polîsan rû bi rû man û 199 jin jê hatin girtin. Di dema bûyerên wekî 'Îna Reş'derbasî dîrokê bû de jin ji aliyê polîsan ve li erdê hatin kaşkirin û lêdan xwarin. Dîmenên di raya giştî de cihê xwe girtin bûn sedema bertekên mezin. Têkoşîna sufrajetan a li Îngilistanê heta bidestxistina bikaranîna deng a jinan dewam kir.    2015: Jinên Ereb û Suryan ên li Helebê dijiyan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan name şandin. Jinan gotin "Fikrên we yên felsefîk pêşiya azadiya me ya jinan vedike."   2015: Koordînasyona Stenbolê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) çalakiya xwe ya 4 rojî ya li dijî komkujiyên li bajarên kurdan dihatin kirin a bi dirûşma "Em li kolana ne em ê serî hildin û ji kujeran hesab bipirsin" li Avcilar dabûn destpêkirin, bi dawî kirin.    2015: Xwepêşandana reqsê ya têkildarî jiyana hunermenda baleyê ya yekem a kurdan Leyla Bedirxan a ji aliyê Ekîba Reqsê ya Mezopotamyayê hatibû amadekirin li ser Dika Modayê ya Kadikoyê hat pêşandan.