14'ê Mijdara 1917'an: Ji bo mafê dengdayînê jinan çalakî kir 2023-11-14 09:01:03       Jinên endamên NWP'ê ji bo mafê deng bikaranînê di 14'ê mijdara 1917’an de li ber Qesra Spî ya Amerîkayê çalakiyek li dar xistin. Çalakiya jinên Amerîkî ya ku ji bo bikaranîna mafê dengdayînê ya li ber Qesra Spî piştî êrîşa dewletê hat bidawîkirin. Alice Paul, Lucy Burns û Mary Nolana 73 salî û endamên Partiya Jinên Neteweyî (NWP), xwestin dengê xwe bighînin raya giştî. Bi mehan li cihên cuda bi komî nobed girtin û çalakiya xwe pêk anîn.    Di dîrokê de hin bûyerên din ên girîng ku îro qewimîne wiha ne:   2017: Girtiyên jin ên PKK, PAJK'ê û MLKP'y'î  bertek nîşanî gotinên sefîrê Emerîkî ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi kar anîn dan û jê re faks şandin.    2017: Li Spanyayê jî du grevên karkerên jin ên di beşên cuda yên kedê de bi ser ketin. Mûçeyên jinan hatin zêdekirin, gelek mafên wan jî hatin mîsogerkirin.   2018: Belgefîlma Nûjîn di dema êrişên li hemberî DAIŞ'ê yên li ser Kobanê de ku jiyana 3 jinên şervanên YPJ'ê mijara wê bû, li Hindistanê hêjayî xelata taybet a juriyê û li Emerîkayê jî xelata belgefîlma herî baş girt.   2018: Xelata Rûmetê ya Pre-reo ya ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Elman ku yek ji mezintirîn saziyên hiqûqî yên li Ewropayê ye, dan rêvebera OHD'ê parêzer Ayşe Acinikli.     2018: Belgefîlma Nûjîn ku behsa jiyana 3 şervanên jin ên YPJ’ê yên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê de kir mijara xwe, li Hindistanê xelata taybet a jûriyê û li Amerîkayê jî xelata herî baş a belgefîlmê wergirt.   2022: Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi sedan mêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Di meşê de tundiya li ser jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" tundiya li ser jinan hat şermezarkirin.