11'ê Mijdara 2017'an: TJK-E'yê bi CPT'yê re hevdîtin kir 2023-11-11 09:01:42       TJK-E'yê, di 11'ê Mijdara 2017'an de bi daxwaza lêkolînkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li cihê xwe bi CPT'yê re hevdîtin kir.    Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2010: Kolektîfa Femînîst a Stenbolê (ÎFK), bi çarçoveya kampanyaya "Em li dijî cinayetên jinan serî hildidin" civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de filîmê kampanyayê hat nîşandan û daxuyanî hat xwendin.    2016: Ji aliyê Wezareta Karê Hundur ve tevî  MEYA-DER'ê 370 komele bi KHK'ê hat girtin.    2017: Bi daxwaza lêkolînkirina rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Tevgera Jina Kurd a Ewropayê  (TJK-E) li bajarê Strasbourgê ya Firansayê dest bi çalakiya nobetê kir. Di roja 19'emîn a nobetê de TJK-E bi Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê  (CPT) re hevdîtin kir.    2017: Pêşnûmeya zagonê ya "Rê li pêşiya zewaca zarokan vedike" û li Parlamentoya Iraqê hat pêşkeşkirin li Silêmanî bi civîna çapemeniyê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin.    2017: Bi pêşengiya TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma "Ew ê azadî bi ser bikeve" mîting hat lidarxistin.    2018: FEMEN'ê bi çarçoveya salvegera Şerê Cîhanê yê Yekem a 100'î li Parîsa Firansayê hinek serokên hikumet û dewletê yên hatin welêt bi pankarta "Sûcdarên şer hûn bi xêr hatin" (Welcome war criminals) pêşwazî kir.    2020: Federasyona Guhertina Civakî ya Jinên Bakurî ya Nîjeryayê bi kampanyaya "Bi xwe bawer be û bi xwe serbilind be" li dijî spîkirina laşê xwe da zanîn ev berhemên ji bo spîkirina laşê mirov ne baş in.    2020:Cenazeyên Gulîstan Şahin a YJA-Star'î û Hunav Ayhan ên di pevçûna meha tebaxê de jiyana xwe ji dest dabûn piştî 4 meh şûnde radestî malbatên wan hatin kirin.