10'ê Mijdara 2018'an: Kebîre Dogan jiyana xwe ji dest da 2023-11-10 09:01:38     Mazlûm Dogan di sala 1979'an de hat girtin û wî şandin Girtîgeha Amedê. Hêj 24 salî bû li dijî îşkenceya girtîgehê di sala 1982'yan de çalakiyek li dar xist. Dayika wî Kebîre Dogan di 10'ê mijdara 2018'an de jiyana xwe ji dest da.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2015: Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG), li dijî dorpêçkirina navçeya Farqîna Amedê bi rêya medyaya civakî li dijî şer helwesta xwe nîşan da.    2015: Li Nisêbîna Mêrdînê piştî "îlankirina xwerêvebirinê" di 1'ê îlonê de Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya û rêveberên DBP'ê yên navçeyê hatibûn binçavkirin û piştre bi biryara şerdê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Lê belê li ser îtiraza dozger dîsa hatibûn girtin. Sara Kaya jî di nav de 6 kesên hatibûn girtin bi "şerdê kontrola edlî" serbest hatibûn berdan.    2016: Hunermendên jin ên Navenda Çanda Mezopotamyayê  ji bo piştgiriyê bidin Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) ya ku bi KHK'ê hat girtin bernameyek organîze kirin û bi stranên xwe bûn dengê JINHA'yê.    2016: Di idianameya têkildarî Ozgur Gundemê de nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî di nav de ji bo 9 kesî muebeta giran û heta 17 salî ceza hat xwestin.    2017: Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya serdema berê Figen Yuksekdag de bi hinceta wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Kongreya HDK'ê ya Figenê beşdar bûbû hatiye daliqandin û Figenê beşdarî şîna welatiyekî di 2014'an de li Licê bi derba leşkerekî jiyana xwe ji dest daye bûye bi xwestina heta 10 salî cezayê girtîgehê du dozên cuda li Fîgenê vebûn.     2018: Mazlûm Dogan di sala 1979'an de hat girtin û wî şandin Girtîgeha Amedê. Hêj 24 salî bû li dijî îşkenceya girtîgehê di sala 1982'yan de çalakiyek li dar xist. Dayika wî Kebîre Dogan di 10'ê mijdara 2018'an de jiyana xwe ji dest da.    2019: Ji hêla Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve di 3'yê mijdarê de bi navê "Pênûs û dengê azad a jinên berxwedêr e" komxebatek hat amadekirin. Îro jî encamnameya komxebatê hat aşkerakirin. Di encamnameyê de avakirina "Platforma Pênûsa Jinan a Mezopotamyayê" hat îlankirin.   2021: Jinên HDP'yî çalakiya "Peymana Stenbolê dide jiyîn" li dar xistin. Di hevdîtinên butçeya Xizmetên Civakî û Malbatê ya Komisyona Butçe û Planê ya Meclîsê de jinan çalakî li dar xistin. Jinan dowizên "Em ê Peymana Stenbolê paş de bînin û bidin sepandin","Ji xizaniya jinan re na","Ji bo jinan edalet" vekirin.