7'ê Mijdara 1867: Marîe Curie ji dayik bû 2023-11-07 09:01:22   Marîe Curie kimyager di 7'ê Mijdara 1867'an de ji dayik bû.   Kimyager Marie Curie, di 7'ê Mijdara 1867'an de hat dinê. Di qada radyoaktiviteyê de lêkolînên girîng kir û di encama van lêkolînan de Xelata Nobelê girt. Mariyê di 1903'yan de Xelata Fîzîkê ya Nobelê û di 1911'an de Xelata Kîmyayê ya Nobelê girt. Marie yekem jin e ku Xelata Nobelê girtiye. Di heman demê de yekem mirova zanistiyê ye ku ev xelat du caran girtiye.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro rû da ne wiha ne:     1878: Kîmyager û Fîzîknas, Lise Meitner li Viyanaya Avusturyayê îro ji dayik bû. Lise ya ku piştî Marie Curie 11 sali şûnde di heman rojê de ji dayik bû. Lîse ji xebatên Marîe bi bandor û fisyona nukleerê keşif kir û Xelata Kîmyayê ya Nobelê girt.    1916: Jeannete Rankin a ku li dijî sufrajet şerê têkoşînê dida ji bo Meclîsa Nûnertiya Emerîkayê hat bijartin. Cara yekem jinek ji bo nûnertiya meclîsê hat hilbijartin.    2015: Li Paytexta Îspanyayê, Madritê bi banga 400 rêxistinên jinan bi hezaran kes li dijî tundiya li ser jinê meş li dar xistin.Gelek nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî beşdarî meşa berî hilbijartinên 20'ê Kanûnê bûn.    2016: Bi hezaran jinan li Fransayê ji bo ferqiya meaşên di navbera zayendan de şermezar bikin 4 sali berê îro saet di 16.34'an de dest ji kar berdan. Ji avakarên tevgera femînîst a bi navê Les Glorieuses, Rebecca Amsellem gotibû, "Jinên Firansayî ji bo heqdestê mêr qezenc dikin, bikin di salê de 38.2 rojî zêdetir dixebitin".   2020: Jinên Meksîkayî piştrî da kampanyaya Kongreya Star a bi navê "Ji qirkirin û dagirkirinê re na! Em jiyan û jinê bi hev re biparêzin".