13'yê Cotmeha 2019'an: Yadê Eqîde bi bombebaranê jiyana xwe ji dest da 2023-10-13 09:01:58       Bi bombebarana di 13'yê Cotmeha 2019'an de ya li dijî konvoya diçû Serêkaniyê endama Meclîsa Edaletê ya Jinê Yadê Eqîde jî di nav de 11 kesî jiyana xwe ji dest dan.    Li dijî êrişa  dewleta tirk û komên girêdayî wê gelek mirov bi konvoyê bûn mertalên zindî û ji Herêma Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve çûn.  Eqîde Elî Osman (Yadê Eqîde) û nûçegîhanê ANHA'yê Seed El-Ehmet jî di nav de 11 kesên ku di konvoya ji bo bibe mertala zindî çû Serêkaniyê de cihên xwe digirtin jiyana xwe ji dest dan. Tevî 4 rojnamegeran 74 kes jî birîndar bûn.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   2015: Bi pêşengiya Konseya Jinê ya Efrînê Pêşangeha Îştarê ya lê berhemên jinê hatin pêşkêşkirin hat vekirin.    2015: Rejîma Îranê bi iddiaya mêrê pê re zewicî kuştiye Fatma Salbehi ya 6 sal bû li girtîgehê bû li Girtîgeha Şiraz Adil Avar îdam kir.    2015: Taybet Canşin a di 8'ê Cotmehê de li Amedê bi serdegirtina polîsan hat qetilkirin li Cizîrê ji aliyê bi hezaran jinan ve bi tilîliyan hat oxirkirin.    2018: Tora Parastina Jinê ji bo hilberîna polîtikayên femînîst û piştevaniya bi jinê re "Mor Mekan" li Kadikoyê vekir.    2019: Siyasetmedara kurd Hevrîn Xelef a ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hat qetilkirin li ser milê rêhevalên xwe yên têkoşînê û li ser bi milê bi hezaran kesî hat definkirin.    2019: Türkiye destekli gruplar tarafından katledilen Kürt siyasetçi Hevrîn Xelef ve mücadele arkadaşları, binlerin omzunda direniş sloganları ile sonsuzluğa uğurlandı.