11'ê Cotmeha 2021'ê: Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan 2023-10-11 09:01:40     Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyên HPG'yiyan ên bi êrişa hêzên girêdayî PDK'ê jiyana xwe ji dest dan, bigirin ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ve meşiyan.    26 Dayikên Aştiyê li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo cenazeyên Nesrîn Temir a YJA STAR'î û Yusuf Îbrahîm ê HPG'yî ên bi êrişa hêzên PDK'ê jiyana xwe ji dest dabûn, bigirin ber bi Deriyê Sînor ê Pêşxabûrê ve meşiyan. Piştî hêzên PDK'ê nehiştin dayik derbas bibin, dayikan çalakiya rûniştinê pêk anîn.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:   1872: Emily Davison a ji bo bikaranîna mafê deng ê jinê li ber xwe da li Paytexta Londraya Îngilistanê îro ji dayik bû.   1928: Yildiz Kenter a bi gelek filîm û lîstikên şanoyê di hafizayan de cihê xwe girt îro ji dayik bû.    2012: Bi biryara di 11'ê Cotmehê de ji aliyê endamên Neteweyên Yekbûyî ve hat girtin ji 2012'an şûn ve "Roja Zarokên Keç a Cîhanê" hat îlankirin.    2021: Li Parka Şehr-i Nev a paytexta Kabilê ya Efganîstanê jin kom bûn û ji bo mafên wan ên hatin binpêkirin li dijî Talîban çalakî li dar xistin.