5'ê Cotmeha 2014'an: Arîn Mîrkan bû sembola berxwedanê 2023-10-05 09:02:46       Di 5'ê Cotmeha 2014'an de dema DAIŞ'ê bajarê Kobanê dorpêç kiribû Arîn Mîrkan a di Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) de fermandarî dikir, çalakiya fedaî kiribû. Arîn bi çalakiya xwe bû sembola berxwedana jinan.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:   1789: Di 5'ê cotmeha 1789'an de li Fransayê bi hezaran, bazarvan, senetkar û kesên ku cil dişon li dijî buhabûna nan hatin cem hev ber bi Qesra 16'emîn a Qral Laus ên 16'emîn ve meşiyan. Heta li ber qesrê hejmara jinan bû 8 hezar. Di 6'ê cotmehê de meclîs hat dagirkirin. Şandeya ku ji serokatiya Mounierê pêk hat bi qral re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê qral biryara belavkirina nan a belaş da û ji bo nêzî gel bibe li Parîsê bi cih bû û êdî qet venegeriya Versaillesêyê.   2014: Hewldana Jinan a Ji Bo Aştiyê (BÎKG), Jinên Anarşîst, Kollektîfa Femînist a Sosyalîst, Dayikên Aştiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongeray Demokratîk a Gelan (HDK), Meclîsên Jinan û Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) li gundê Bethê yê li hemberî Kobanê çalakiya xeleka aştiyê li dar xistin. Jinan di çalakiyê de pankarta “Piştevaniya DAIŞ'ê tê wateya şerê li hemberî Rojava û aştiyek wisa nabe" vekirin.    2015: Lîstikvana sînemayê ya navdar Tomrîs Încer li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da.    2016: FEMEN, li dijî qanûna kurtajê ya li Polanyayê, Parlamentoya Ewropayê dagir kirin.   2016: Qeyûmê Farqîna Amedê dawî li xebatê Navenda Çandê ya Zembîlfiroşê, Mala Piştevaniyê ya Perwerdê û Navenda Jinan a Meyayê anî.    2018: Li Washingtona Emerîkayê bi hezaran jin jî di nav de li dijî dadgerê tecawizkar Brett Kavanaugh ên ku ji bo Dadgeha Bilind namzetiya xwe nîşan dabû çalakiya şermezarkirinê hat lidarxistin. Welatiyên ku tevlî çalakiyê bûn "Ji endamtiya wî re bêjin na û îxanetê li jinan nekin."