3'yê Cotmeha 2022'yan: Li dijî tecrîdê meş hat lidarxistin 2023-10-03 09:01:11       Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şewitandina înfaza girtiyan û girtiyên nexweş li eywana civînê ya Çapemeniyê ya Meclîsê bi Serokwekîlên Komê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç civiyan.    Parlamenterên HDP'ê piştre bi dowizên "Bila mehpûsên nexweş bên berdan","Bila dawî li tecrîdê bê","Bila dawî li şewitandina înfazan a bêhiqûqî bê" ji meclîsê heta Deriyê Dîkmenê meşiyan. Hemû parlementerên HDP'ê û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî tevlî bû. Li ber Deriyê Dîkmenê polîsan pêşî li parlamenterên HDP'ê birîn lê belê bi muzakereya hat kirin meşê dewam kir.     Tevî astengiyan meşê dewam kir û piştre li ber wezaretê daxuyanî hat dayin û hat gotin tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bi dawî bibe.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1885: Nivîskara lîstikan û rojnameger Sophîe Anîta Treadwel, îro hatiye dinê. Sophîe lîstika xwe ya "Machînal" tê naskirin. Sophîe, di 20'ê Sibata 1970'yî de jiyana xwe ji dest daye.     1991: Nivîskara ji Başûrê Afrîkayê Nadîne Gordîmer di dîrokê de îro Xelata Nobelê ya Wêjeyê girt, Nadîne ya ku di heman demê de aktîvîsteke siyasî ye di berhemên xwe de bal kişandiye ser pirsgirêkên nijadî û exlaqî.     2015: Li ser Banga Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) 150 jinên ku çûn Cizîr û Sîlopiyê derbarê tiştên li wan deran qewimîn û jiyana li wê derê, li Maltepeya Stenbolê pêşangeha wêneyan vekirin.    2016: Navenda Jinê ya Meya, Navenda Çand û Hunerê ya Zembîlfiroş, Mala Piştevaniya Perwerdeyê ku di bin banê Şaredariya Farqînê de xebat dikirin ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariyê hat kirin ve hatin fesihkirin.    2016: Li Polonyayê partiya Îqtîdarê PÎS (Hiqûq û Edalet), bi hinceta ku serjimara welat kêm dibe berî bi 5 salan îro pêşnûme qanûna ku kurtajê qedexe dike îmze kir. Li hemberî vê pêşnûmeqanûnê bi milyonan jinên Polonî daketin qadan û pêşnûme şermezar kirin.