30'yê Îlona 1936'an : Nivîskar Sevgî Soysal ji dayik bû 2023-09-30 09:01:44     Sevgî ya ku dema Darbeya 12'yê adara 1971'ê pêk hat li TRT'ê bername çêdikir, ji ber romaneke ku derbarê zewacê de nivîsandibû hat darizandin û ji TRT'ê veqetiya. Wekî gelek ronakbîr û nivîskaran ew jî hat girtin. Sevî li Londonê tedawiya penceşêra memikê dît lê jê pak nebû.   Sevgî piştî ku vegeriya Stenbolê bi rojekê di 22'yê mijdara 1976'an de jiyana xwe ji dest da.   Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de derketin pêş wiha ne:   1985: Hunermenda sînemayê Sîmone Sîgnoreta Israîlî ku li Elmanyayê di 25'ê Adara 1921'ê hat dinê îro jiyana xwe ji dest da .Sîmanoe, di nêzî 50 fîlman de rol girtiye û li gel lîstikvaniya xwe nivîskarî jî kiriye û di xelata Oscarê ya lîstikvana herî baş girtiye.   2007: Çaliya Bursayê di şewata ku li Ozsoy Grup tekstîlê derket de di 29'ê Kanûna 2005'an de 5 jinên kedkra jiyana xwe ji dest dan. Di doza derbarê bûyerê de hat vekirin de li xwediyê fabrîkayê 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn û ev ceza piştre veguherandin 182 hezar TL.  Rêxistinên jinan ji bo ku vê neheqiyê şermezar bikin di 30'ê Îlona 2007'an de li ber Postexaneya Galatasarayê biryar şermezar kirin.   2015: Komîsyona Jinan a Federasyona Karkerên Şoreşger (DÎSK), di serdema qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de bi armanca ku piştevaniyê bide jin û zarokên di bin êrîşê de "Tora Piştevaniyê" ava kir. Avakirina torê ji aliyê Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu  ve hat ragihandin.    2016: Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, piştî ku Atolyeya Jinan a Hêvî girt, Muduriyeta Polîtîkayên Jinan jî fesih kir û Mudura Polîtîkayên Jinan Rana Şeker jî ji peywirê girt.  Piştî ku Atolyeya Jinan a Hêvî hat girtin bi rojekê li ser bertekên jinan ji nû de hat vekirin.   2019: Li bajarê Lagos ê Nîjeryayê di encama operasyona ku hat kirin de,19 jin û zarokên di encama tecawizê de ducanî man û 4 pitik hatin rizgarkirin.   2021: Di "Xelata Çapemeniyê ya Emre Madran a Qada Parastinê" de ku di sala 2021'an de ji aliyê Odeya Mîmaran ve cara 6'emîn ji bo bîranîna Mîmar Emre Madran hat lidarxistin, Guler Yildiz a ku di Jin TV'yê de bernameya "Pencereya Kesk" pêşkêş kir, layîq hat dîtin. di beşa "Rojnamegeriya Televîzyona Neteweyî" de xelat girt.