29'ê Îlona 2015'an: Kampanyaya 'Xweza jiyan e jiyanê qirêj neke' hat destpêkirin 2023-09-29 09:01:24     Bi pêşengiya Aktivîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê û Şaredariya Nisêbînê di çarçoveya xwerêvebirinê de bi dirûşma "Xweza jiyan e, jiyanê qirêj neke" kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin. Berî kampanyayê bi tevlîbûna Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Enise Guneyli, aktivîstên KJA'yê, Hevşaredarê Nisêbînê Cengiz Kok, rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatiyan li Bûlwara Şîrînê daxuyaniya çapemeniyê hat dayin.    Endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Emine Akyuz li ser navê komê axivî û da zanîn wan ji bo xwedîderketina li derûdorê ev kampanya dane destpêkirin.    1810: Elizabeth Cleghorn Gaskell îro hat dinê. Di sala 1832'yan de portreya Elizabeth xêz kir û gelek pirtûk nivîsand. Pirtûkên Elizabeth bi taybetî xitabî hemû civakê dikir û di nav civakê de jî dihat ecibandin. Di vê serdemê de hejmara nivîskarên jin kêm bûn. Elizabeth, bi hewldana xwe di wêjeya cîhanê de cih girt. Di sedsala 20'î de nivîsên wê wek kevn û colterî hat nirxandin. Elizabeth Gaskell, di nav romanivîsên îngilîzî Victori cih girt. Di 12'ê Cotmeha 1865'an de jiyana xwe ji dest da.    1979: Audre Lorde ya reşik di panela "Taybet û Polîtîk" a Konferansa Zayenda Duyem a ku li New Yorkê pêk hatî de li hemberî akademisyenên jin ên spî axaftinek kir. Audre bi sernavê "Amûrên efendiyan, tu carî malên efendiyan parçe nakin" fikr û ramanê xwe di panelê de anî ziman. Axaftinên xwe yên ku di konferansê de kiribû pişt re bi navê "Xwişkên ku hatin vederkirin" pirtûkek çap kir. Tevgerên femînist piştî axaftina Audreyê derbarê, netew, nîjad, temen, astengdarî, zayend de fikr û ramanên xwe guhertin.   2014: Kovara Jinê ELLE ya di salên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de hat avakirin şervanên PKK'yî yên jin bi sernavê "Serî hilde" girt dest. Valerie Toanian a ku 13 salan ev kovar bi rê ve bir bi vê nivîsê dawî li peywira xwe ya di vê kovarê de anî.    2015: Ji hêla Midûriyeta Xizmetên Jinan a Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ve li dijî şîdeta li hemberî jinê yekîneyek hat avakirin. Lê di 11'ê îlona 2016'an de bi tayînkirina qeyûmê re xebatên yekîneyê hatin astengkirin.    2015: Aktivîstên KJA'yê bi dirûşma "Xweza jiyan e, jiyanê qirêj neke" dest bi kampanyaya paqijiyê kirin.    2015: Latife Tutuk (23) a li Silopiyê bi guleya ji wesayita zirxî hat berdan jiyana xwe ji dest da li ser milên jinan hat oxirkirin.    2016: Rojanamegera Elmanî Janina F. di sala 2015'an de li Sûriyeyê ji hêla çeteyên El Nusrayê ve hatibû revandin, serbest hat berdan. Bi hinceta dê agahî bidin Janinayê xistin kêminê û ew revandin. Piştî diyaloga ku bi Elmanyayê re pêk hatî serbest hat berdan.    2016: Atolyeya Jinan a Hêvî ji hêla Şaredariya Êlihê ve di sala 2011'an de hatibû vekirin û bi tayînkirina qeyûmê xebatên atolyeyê hat rawestandin.    2016: Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê bi êrişên memûrên parastinê yên înfazê rû bi rû man, her wiha gef li wan hat xwarin. Malbatên Suzan Paçal û Şukran Aydin ên endamên PM'a DBP'ê yên girtî xwe gihandin ajansa me û dan zanîn gardiyanan ji girtiyan re gotine "Em ê we jî wekî Şirnexê bişewitînin"   2017: Di 11'ê sibata 2015'an de Ozgecan Arslan piştî ku bi tecawizê re rûbirû ma bi hovane hatibû qetilkirin. 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsa Mêrsînê bi hinceta "êrişa zayendî" 22 sal û 6 meh ceza da kujer Fatîh Gokçe.    2019: Meşa Jinan a Cîhanê li Cenevreya Swîsreyê bi navê "Jin, koçberî û penaberî" hevdîtina jinan pêk hat. Jinên kurd, jinên Swîsreyî û Ewropayî di hevdîtinê de bal kişandin ser têkoşîna hevpar a jinan.