26'ê Îlona 2006'an: Li Novamedê 81 kedkarên jin dest bi grevê kirin 2023-09-26 09:01:41     Li Kargeha Novamed ku navenda wê li Elmanyayê ye a hilberîna alavên tibî dike Fresenius Medîcal Caree (FMC) ku li Antalyayê xebatên xwe dimeşîne du jê mêr, 81 jinên endamên Sendîkaya Petrol Îş'ê Di 26'ê Îlona 2006'an de ji ber tundiya ku li wan dihat kirin dest bi grevê kirin.     Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   2017: Li navçeya Halfetiyê ya Rihayê li Yonca Ozer (27) a ku parastina xwe ya cewherî kir û Abdullah Okan ê ku 4 salan li wê û malbata wê êrîşa zayendî kir, ew tehdît kirin û got ku ew ê vîdeoya êrîşê li ser medyaya civakî jî parve bike kuşt 10 sal cezayê girtîgehê hat birîn.   2017: Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Leyla Bîrlîk, li mala xwe ya li Şirnexê hat binçavkirin.   2018: Hêza Deryayî ya Leşkerî ya Fasê, keştiya koçberên ku di ser Deryaya Spî re ber bi Spanyayê ve diçû gulebaran kirin. Di encama gulebarana hat kirin de jinek û sê kesên koçber hatin qetilkirin.    2020: Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa JInan a HDP'ê bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarana a di bin navê "Doza Kobanê"  de dan û li dijî binçavkirinan banga têkoşînê li jinan kirin.