28'ê Hezîrana 1884'an: Komeleya Mafên Jinan a Norveçê hat avakirin 2023-06-28 09:02:58        Li Norveçê 171 jin û mêr di 28'ê hezîrana 1884’an de Komeleya Mafên Jinan a Norveçê (NKF) avakirin. Komele ji bo parastina mafên jin û zarokên keç hat avakirin.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1894: Annie Londonderry-Kopchovsky, ji bo tura cîhanê ya bi duçerxeyê ji Bostonê bi rêket. Annieya 24 salî tenê cilên xwe û demançeya xwe girt cem xwe. Rêvîtiya Annie 15 meh dom kir. Annie dayika 3 zarokan e û koçbera Letonyayî bû.    1906: Maria Goeppert Mayer a ku di sala 1963'yan de Xemlata Fîzîkê ya Nobelê girt îro hat dinê.    1913: Solîst Elîza Olçuyan a ermen îro hat dinê. Elîza dema du salî bû qirkirina ermenan destpêkiri bû û ji neçariyê navê xwe guhert. Êdî navê wê bû Zehra Bîlîr. Elîza bi xweseriya xwe balê dikişand ser xwe. Elîza, di sala 2007'an de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Zîncîrlikuyuyê hat definkirin.    1919: Eyaleta Teksasê ya Amerîkayê, qanûna 19'emîn a makeqanûnê qebûl kir. Li gorî qanûnê êdî jin ji mafê dengdayînê sûde bigire. Bi Teksasê re 9 eyaletên Amerîkayê qanûn pejirand.    1996: Ji hêla Cuntaya Arjantînê ve di sala 1976 û 1983'yan de gelek kes hatin windakirin û kuştin. Ji bo dîtina xizmên xwe cara yekem roja pênçşemê Dayikên Plaza de Mayo Anneleri meşek li dar xistin. Di 30'ê nîsana 1977’an de êdî dayik di civiyan û lacikên spî didan serê xwe û ev tişt demekî bû sembola dayikan.    2004: Komîteya Nivîskarên Jin ên PEN a Tirkiyeyê, hatina Serokdewletê Amerîkayê Gorge Bush û NATO'yê protesto kirin.    2006: Di hilbijartina giştî ya Kuveytê de cara yekem jin deng da. Her wiha 28 namzetên jin ji bo parlamenteriyê nehatin bijartin. Oldarên radîkal di hilbijartinê de bi ser ketin.    2014: Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan (BÎKG), bi navê "Jin pêvajoya çareseriyê nîqaş dikin û di aştiyê de bi israr in" konferansek li dar xistin. Di konferansê de jinan encamên civîn, panel, konferans û xebatên atolyeyan ên ku li bajaran pêk hatî nirxandin.    2017: Li Hîndistanê bi hezaran jin li dijî tecawiza li hemberî jinan kampanyaya protestoyî dan destpêkirin. Jinan di kampanyayê de diyar kirin ku "Li Hindistanê çêlek bêtir tên parastin". Ji hêla wênekêşvan Sujatro Gosh ve yê ve maskeyên çêlekan hatin amadekirin û jinan maskey