18'ê Hezîrana 1995'an: Di partiyên siyasî de ji bo jinan ji sedî 30 mafê kotayê 2023-06-18 09:01:12   Jinan di nav Partiya Sosyalîst a Yekgirtî (BSP) de ji bo ji sedî 30 kotaya jinê têkoşînek dan meşandin û bi ser ketin. Di 17 û 18'ê hezîrana 1995'an de, li 1'emîn Kongreya Giştî, 30 jinan di nav Lijneya Rêveberiya Giştî ya ku ji 100 kesan pêk dihat de cihê xwe girtin. Endamên BSP'ê yên jin ji bo delegeyan îqna bikin ketin nav hewldanan. Bi sernavê "Daxwaza me ji sedî 30 kota ye" belavok belav kirin. Di sala 1996'an de di bin banê BSP'ê de Partiya Piştevanî û Azadiyê (ODP) hat avakirin. Destkeftiyên jinan di rêziknameya ODP'ê de cih girt.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1873: Parêzvana mafên jinan Susan B. Anthony, ji ber di hilbijartinên Emerîkayê yên 1872'yan de hewl da rayê xwe bi kar bîne cezayê 100 dolarî lê hat birîn.    2015: Li eyaleta Hidalgo ya Meksîkayê hîmê "Bajarê Jinan" hat avêtin.    2016: Komîteya Siyasî ya Kongra Star bi daxwaza siyasetmedarên jin biryara hewldana hevpariyê dan.    2016: Di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de "Xeta Alo Şîdet" hat avakirin.