4'ê Gulana 1937'an: Li Dêrsimê 70 hezar mirov hat qetilkirin 2023-05-04 09:01:29     Di 4'ê Gulana 1937'an de li Dêrsimê qetlîamek pêk hat û  70 hezar mirov hat qetilkirin. Di ser qetlîamê 84 sal derbas bûn. Li gorî qeydên fermî 16 hezar û li gorî çavkaniyan jî 70 hezar mirov hatin kuştin û 10 hezar kes jî hatin sirgunkirin.    Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1916: Nivîskara Emerîkî, parêzvana mafên mirovan û çalakvan Jane Jacobs îro hat dinê.    2015: Yekîtîya Star, li gelek bajarên Rojava Komunên Jinan ava kir.    2016: Bi projeya Bazara Gund a Şaredariya Peyasa Amedê jinan di hinek rojên di nava hefteyê de mehsûlên xwe firotin.    2016: Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê UNESCO/Guillermo Cano, dan rojnamegera azerî Khadija Ismayilova yê.    2019: Li Îtalyayê bi navê "Piştevaniya Serokatiya Jinan a ji bo Guherîne" komxebatek hat organîzekirin.    2019: Li navçeya Hol a Hesekê avasaza Akademiya Jineolojiyê Malda Kausa ji hêla DAIŞ'ê hat qetilkirin.