28'ê Sibata 2015'an: Mutabakata Dolmabahçê hat îmzekirin 2023-02-28 10:08:35     Mutabakata Dolmabahçeyê ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re di 3’yê çileyê 2013’yan de bi navê ‘pêvajoya çareseriyê’ hat destpêkirin û ji aliyê AKP’ê ve di 24’ê tîrmeha 2015’an de hat rakirin, 9 sal derbas bû. Mutabakat îro ji raya giştî re hatibû ragihandin. Mutabakata ku ji 10 xalî pêk dihat ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû amadekirin û di alî fermiyeta pêvajoya çareseriyê de gelek girîng bû.    Hinek bûyerên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1909: Partiya Sosyalîst a Emerîkayê di 28'ê Sibata 1909'an de li New Yorkê piştî "Roja Jinan" li dar xistin di Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya 1910'an de hat pêşiniyarkirin ku "Roja Jinan" bê lidarxistin.   2015: Li Cizîra Şirnexê jinên KESK'î û Meclîsa Jinê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakiya kermesê li dar xistin. Li kermesa ji bo alîkariya avakirina ji nû de ya Kobanê pirtûk, xwarinên herêmî û xişr hatin pêşandan.    2016: Encamnameya  1'emîn Konferansa Aboriyê  ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya li Amedê hat lidarxistin hat eşkerekirin.     2016: êxistina jinên zanîngehan Pîrebokên Kampusê bi çalakiya li Zanîngeha Bogaziçiyê avakirina xwe îlan kirin.    2018: Jinên li Girtîteha Şakranê ya Îzmîrê bi destên xwe nivîs nivîsandin û kirin wekî kova Roperî ya ji sê mehan carekê. 15'emîn hejmara wê di dîrokê de îro hat çapkirin.