21'ê Sibatê 1933'yan: Stranbêj û parêstvana mafên mirovan Nîna hat dinê 2023-02-21 09:01:56     Stranbêja Emerîkî, nivîskar û parêstvana mafên mirovan Eunîce Kathleen Waymon ku bi navê Nîna Sîmone tê zanîn, di 21'ê Sibata 1933'yan de li DYA'yê li eyaleta Carolînayê hat dinê. Eunîce û malabata xwe ji ber zetên nijadperest û pirsgirêkên aborî barkirinibûn Phîladelphîayê. Eunîce li wê dest bi stranbêjiyê kiriye. Nîna ya ku li dijî nijadperestî û binpêkirina mafan û şer derket û DYA'yê şermezar kir derbasî Ewropayê bûye û piştî li gelek welatên ewropayê digere li Fransayê bi cih bûye.  Nîna ji ber ku şerê 1978'an ê li dijî Vîetnamê şermezar bike bac neda û hat girtin.Nîna li ser daxwaza temaşevanên xwe di 2001'ê de bi konsera xwe ya bi navê Carnegîe Hall careke din li DYA'yê hatiye dîtin.    Nîna Sîmne piştî penceşêra sîngê ku derbas dike, di 21'ê Nîsana 2003'ayn de, di 70 saliya xwe jiyana xwe ji dest dide.   Hin bûyerên ku di dîrokê de îro pêk hatine wiha ne:   2013: Berfo Kirbayir (Dayê Berfo) ku bi têkoşîna xwe ya ji bo dîtina kurê xwe yê piştî Darbeya 12'ê Îlona 1980'yî bi rojekê hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin tê nasîn di 21'ê Sibata 2013'an de jiyanba xwe ji dest da. Dayika Berfo di sala 1907'an de li navçeya Gole ya Erdexanê hatiye dinê û yek ji Dayikên Şemiyê ku li Qada Galatasaryê bi çalakiya li dar dixistin li hestiyên zarokên xwe digeriyan bû.   2015: Li Afrîkayê bi têkoşîna parlamenter Jessîe Kablîwa ya li dijî zewaza zarokan a di temenê 15 salî de qanûn hat guhertin û temenê zewaca zarokên keç derket 18 salan.    2016: Li herêma Dalama ya Swîsereyê li bajarê Gavle jinên kurd, têkoşîna xwe ya ku di bin bamê Meclisa Demokratîk a Jinên Kurd de wekî komîsyonekê didan derxistin asteke bilindtir û Komuna bi navê Gavleborg Warşîn a Jinan îlan kirin.  Gelek jin tevli çalaiya ku ji bo îlankirina komunê hat lidarxistin bûn.   2018: Platforma Jinan a Axtamarayê, li avahiya KESK'ê ya Wanê bi civîna çapemeniyê ku li dar xist damezrandina xwe ragihand.