18'ê Sibata 1855'an: Aktivîsta femînîst û nivîskar Marie Stritt ji dayik bû 2023-02-18 11:04:23   Femînîst û nivîskara Elman Marie Stritt a di tevgera bikaranîna dengê jinê ya Elmanyayê de xwedî hêzek bû di 18'ê Sibata 1855'an de  ji dayik dibe. Marie Stritt a lidijî fuhuşê şer kir û ji bo guhertina zagonên devjihevberdanê xebitiye di 16'ê Îlona 1928'an de li Dresdena Elmanyayê jiyana xwe ji dest dide.    Hinek bûyerên girîng ên di dîrokê de derketine pêş wiha ne:   1934: Helbestkar, femînîst şervan Audre Lorde  ji dayik bû.    1855: Femînîst û nivîskara Elman Marie Stritt a di tevgera bikaranîna dengê jinê ya Elmanyayê de xwedî hêzek bû di 18'ê Sibata 1855'an de  ji dayik dibe. Marie Stritt a lidijî fuhuşê şer kir û ji bo guhertina zagonên devjihevberdanê xebitiye di 16'ê Îlona 1928'an de li Dresdena Elmanyayê jiyana xwe ji dest dide.    1986: Nivîskar Tezer Ozlu ji dayik bû.    1990: Ji her aliyên Tirkiyeyê jinan li dijî biryara Dadgeha Destûrî dengê xwe bilind kirin.      2016: Jinên KESK'î ji bo balê bikşînin ser komkujiyên li ser jinan û polîtîkayên şer ên li Bakur daxuyaniya çapemeniyê dan û nobeta saetekê girtin.    2018: Jinên bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe biguherin û têkoşîna xwe mezin bikin" hatin gel hevdu "Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê" deklere kirin. Di çalakiyê de endama PMa HDP'ê Serpîl Kemalbay a piştgirî dabû projeya Kirkyamayê û di bin çavan de bû hat silavkirin.    2021: Pirtûka bi navê Keçên Kobanê: Çîroka raperîn, wêrekî û edaletê a nivîskara Emerîkayî Gayle Tzemach Lemmon derket.