9'ê Sibata 2002'yan: Du jinên Rojavayî agir berdan bedena xwe 2023-02-09 09:53:33     Ciwana-Fatma Mustafa û Dilar Sena yên Rojavayî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agir berdan bedena xwe. Çalakî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) pêk hat. Her du jin di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan.   Ciwana bi eslê xwe Kobanê, Dilar jî bi eslê xwe Derîkê bûn.   Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1826: Ruth Ke'elikolanî li Keanolani Kanahoahoayê hat dinê. Ji bo çanda Hawaii di nava têkoşînê de dû. Warîsa Kraliyeta Hawaiiyan bû. Heta emrê xwe ya dawiyê ji bo çanda Hawaiiyan li ber xwe da.   1944: Helbestvan, nivîskar û femînista Emerîkî Alice Walker hat dinê. Di nava malbatek xizan de hat dinê. Ji ber qezayekî di 8 saliya xwe de çavekî xwe winda kir. Di sala 1960'an de di nava tevgerên parastina mafên mirovan de cih girt. Bi Martin Luther King re xebitî. Gelek helbest û çîrok nivîsand. Di sala 2003’yan de li ber Qesra Spî ya Emerîkayê li dijî şer tevlî çalakiyan bû û hat girtin. Alice, bi pirtûka xwe ya 'Rengên Mor' xebata Pulîtzerê girt û her wiha pirtûk bi navê 'Solên bi mor' bû fîlm.   2009: Feminîst û parêstvana mafên mirovan a Pakistanî Tahîra Abdullah di çalakiya ji bo daraza xweser hat lidarxisitn de hat girtin.