24'ê Kanûna 1964'an: Rojnameger Claudia Jones jiyana xwe ji dest da 2022-12-24 09:11:48   Rojnameger Claudia Jones a ku li Tirinidadê hat dinê, wek komunîst û femînist tê nasîn di 24'ê kanûna 1964’an de jiyana xwe ji dest da. Bi malbata xwe re koçberê Amerîkayê bû lê piştre sirgunê Îngilîstanê bû. Rojnameya yekem a reşikan West  Indian ava kir. Claudia, di avakirina Karnavala Notting Hillê a Cîhanê ya herî mezin de rolek mezin girt.    Hin bûyerên din ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:   1843: Nivîskar û helbestvana estonyayî Lydia Emilie Florence Jannsen îro hat dinê. Di sedsala 19'an de li Estonyayê nivîskariya jinan zêde nedihat pejirandin, lê Lydia dîsa jî nivîsî.    1869: Helbestvana komunist a hollandî Henriette Goverdine Anna, îro hat dinê. Ji bo Xelata Nobelê wek namzet hat nîşandan. Henriette bi nasnameya xwe ya polîtîk tê nasîn û her wiha li ser felsefeyê jî gelek nivîs nivîsand.   1895: Jeologa amerîkî Marguerite Thomas Williams, îro hat dinê. Cara yekem jineke afrîkî-amerîkî li Amerîkayê di qada jeolojiyê de perwerdeya bilind dît ev jî Marguerite bû.    1943: Tarja Karîna Halonen hat dinê. Tarja Serok komara Fînlandiyayê ya 11'emîn e û jina yekem a serok komara yekemîn e.   2015: Parêzer û siyasetmedara Şiliyê Adriana Margarita Olguin Buche îro hat dinê. Cara yekem jinek li Şiliyê bû wezîr ew jî Adriana bû.