17'ê Kanûna 2015: Hediye Şen a li Cizîrê hat qetilkirin defin kirin 2022-12-17 09:06:52     Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14'ê Kanûna 2015'an de di dema qedexeya derketina derve de tîmên tevgera taybet Hedye Şen a hat qetilkirin bi girseyî hat definkirin.    2015: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî qedexeya derketina derve di encama êrîşên hatin kirin de Halîme Çomlek û zarokê xwe Aras Çomlek birîndar bûn.   2017:Mirova 3'emîn a herî kal a cîhanê û ya Ewropayê Vela Rubîo ya 116 salî li maleke lênêrtinê ya Barcelonayê jiyana xwe ji dest da.   2017:Yek ji şahidên Komkujiya li Dersimê ya 1938'an Emîne Kiyançîçek li gundê Hozmerek ê navenda Dêrsimê hat definkirin.   2017: Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 8'emîn Lijneya xwe ya Giştî de Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu ji bo xwe hevberdevk bijartin.   2019:Aktîvîsta Wêje û Zimanê Kurdî  Anîsa Chferî ji aliyê rejîma Îranê ve li Herêma Kirmanşah li bajarê Şabadê hat binçavkirin.