11’ê Kanûna 1983: 50 hezar jinî li santrêla nukleerê çalakî li dar xistin 2022-12-11 09:04:05     Di sala 1983’yan de bi banga aktîvîstên Kampa Jinên Aştîyê ya Greenham Commonê 50 hezar jinan ji bo moşekên seyrê ku  hanîbûn istasyona hêzên hewayî protesto bikin çûn santrala nukleerê. Ev çalakiya kampê heya sala 2000'î berdewam kir.    Di dîrokê de hinek bûyerên ku îro qewimîbûn ev in:   1865: Nivîskar û parêzvava mafê jinan Helga Frîdeborg ( Frîda) Marîa Steenhoof li Stockholmê ya paytexta Swêdê hate dinê. Xebata yekem a Firîdayê nivîsa wê ya şanoyê ya di 1887'an de ye. Firîdayê di lîstikên xwe de li ser maf û azadiya jinê hûr dibû loma ev kiryara wê ji alîyê gelek kesan ve dibû warê rexne û pesindayînê. Frîda Sazîya Reformên Zayendî ava kir. Hemû jiyana xwe li dijî fikrên faşizm a li hemberî jinan buhurand. Frîda di 22'yê Tebaxa sala 1945’an de li Stockholmê jiyana xwe ji dest da.   1983: Bi banga aktîvîstên Kampa Jinên Aştiyê ya Greenham Commonê 50 jin ji bo moşekên seyrê ku hanîbûn istasyona hêzên hewayî protesto bikin çûn sntrala nükleer. Bi sedan jin hatin girtin.  Çalakî ya di sala 1981’ê Îlonê de hatibi destpêkirin de gelek jin hatin girtin û tundî ji wan hate kirin. Bes jinan dîsa jî dest ji çalakîyên xwe bernedan. Di 1’ê Gulana sala 1983’an de jî jinan, heya karxaneya mihîmatan ya li Grennham Aldermaston û Burghfîeldê bi nêzî 70 protestvanan 23 kîlometre zincîr çê kirin û bi vê çalakîya xwe deng dan. Çalakî heya sala 2000ê berdewam kir.    2005: Piştdayîna Jinên Namzet û Sazîya Perwerdeyê (KA-DER), bi 18 serokên şaredarîyan re li Hatayê hatin ba hev. Dirûşma civînê jî ev bû: “Divê li Tirkîyeyê jin bibin serokên şaredarîyan.”   2005: Di dîroka Şîlîyê de yekem car jinek di hilbijartina serokkomarîyê de ma dora 2’yemîn. Ji hilbêjêran ji sedî 46’an piştgirî dan namzeta sosyalîst Mîchelle Bachelet. Bavê Mîchelle Bachelet, ji alîyê generalê faşist Augusto Pînochet ve hatibû qetilkirin.   2014: Lijneya Jinan a Şaredarîya Rêya Armûşê, bi armanca balê bikşîne ser jinên hatine kuştin ku di demên dawî de li Wanê zêde bûne civîneke çapemenîyê li dar xist. Tevgera Jinên Azad a Demokratîk( DOKH), Hevseroka Şaredarîya Rêya Armûşê û gelek jin beşdarî  civînê bûn.   2014: Bi destên Zanîngeha Enqereyê ya Zankoya Ragihandinê konferanseke bi mijara” Di Elewîtîyê de Jin” hate lidarxistin. Konferans du rojan domîya. Di konferansê de mijarên wek “ Di bawerîya elewîtîyê de jin, têkoşîna jinên elewî li dij îkdîdarê, di elewîtîyê de wekhevîya jin û mêr, di elewîtîyê de jinên pêşengên baweriyê û di rêxistinkirina Elewîtîyê de cihê jinê” hat nîqaşkirin.    2018: Şaxa RJAK'ê  ya Silêmanîyê,  li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîya Parlementera HDP’ê Leyla Guven çalakîya birçibûnê dest pê kirin.   2018: Koma Jinên Meclîsa Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî polîsên ku êrîşî çalakgerên piştgirî didan Leyla Guven kiribûn civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civîna çapemenîyê de êrîşên ku li Amed, Elih û Wanê li avahîyê partîya wan hatibûn kirin hat şermezarkirin û ev hatin gotin. “ Daxwaza Leyla Guven a Gelê Kurd, jin û ya Gelên Tirkîyeyê ye. Em ê vê daxwaza xwe mezin bikin û ji bo ku texcrîda Îmralîyê bişkênin, em ê li hember hemû êrîşan bibin yek.    2019: Şaxa Buroya Rêxistinkirinê ya Nûnertiya Partîya Pêşerojê ya Sûrî ya Helebê, bi armanca balê bikêşe ser tundîya li ser jinê li Taxa Şêxmeqsûdê bi navê “ Vîna me ji tundîyê bi hêztir e” pêşangeha wêneyan vekir.