7'ê Kanûna 2011'an: Jinan qedexeya şal rakirin 2022-12-07 09:05:33     Jinên endamên Egitim Senê qedexekirina şal a bi awayekî fîîlî rakirin. Jinan îro gotin em qedexeya lixwekirina pantoran nas nakin. Qedexe mehek şûnde bi awayekî fermî hat rakirin.   1900: Hunermenda gel Katerya Vasylivna Bilokur a ji Ukraynayê ya ku roja zayina wê nayê zanîn û di fermiyetê de di 7'ê Kanûnê de ji dayik bûye, wekî hunermenda Ukraynayê hat hilbijartin.    1979: Astronom Cecilia Helena Payne ya ku di teza xwe ya doktorayê de da zanîn ku stêrk ji hidrojen û helyumê pêk tê îro jiyana xwe ji dest da. Bi çavdêriyên bêalî hat ispatkirin ku Cecilia di teza xwe de mafdar e. Xebatên wê bingeha astrofizika modern ava kir.     2001: Jinên endamên Egitim Senê bi şalên xwe çûn cihê kar û qedexeya şal a ji bo jinan bi awayekî fîîlî rakirin. Jinan îro gotin em qedexeya lixwekirina pantoran nas nakin. Qedexe mehek şûnde bi awayekî fermî hat rakirin.   Hinek geşedanên di dîrokê de îro derketine pêş ev in:   2004: Konferansa bi mijara Tundiya li ser Jinê ya Navnetweyî û Kuştinên ji bo Namûsê li paytexta Swêdê ya Stockholmê hat destpêkirin.   2007: Hevparên Lijneya Navendên Piştevaniyê û Stargehên Jinê li dijî tundiyê çalakiya lêdana pîspîskê li dar xistin.    2018: Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Serî hilde, faşîzmê hilweşîne, rêber azad bike" meşa ji bo du rojî li dar xist.  200 jinên ciwan ji Herêma Cizirî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê beşdar bûn.   2019: Jin çûn serdena Kampa Waşokaniyê ya li Bajarê Hesekê ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê. Meclîsa Jinê ya PYD'ê, Tevgera Jinên Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Suryanî li vir daxuyanî dan û peymana "Tundî dagirkerî ye" dan.