4'ê Kanûna 2004'an: Biryara 'Ji bo mirovatiyê şertê jina kuresel' hat girtin 2022-12-04 09:07:48     Li bajarê Kigali yê Ruandayê di 4'ê Kanûna 2004'an de delegeyên 'Meşa Jinê ya Cîhanê' di 5'emîn Civîna Navneteweyî ya Meşa Jinê ya Cîhanê de hatin gel hevdu. Delegeyan biryara 'Ji bo mirovatiyê şertê jina kuresel' girtin.   Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1885: Pêşenga psîkolojiyê û femînist Karen Horney li Hamburga Elmanyayê di 16’ê îlona 1885’an de hat dinê. Di 4’e kanûna 1952’yan de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Piştî 3 salan ji bo lêkolîn û perwerdeyê navenda tedawiyê ya bi navê Klinîka Karen Horney hat vekirin.   1887: Aktivîsta azad û sendîkavan Winnie Carney a Îrlandayî îro ji dayik bû.    2017: Bi sedhezaran cotkarên jin bi peyamên xwe piştgirî dan kampanyaya '#MeToo' yê û li dijî şîdeta li ser jinê derketin.    2018: Li navçeya Efeler a Aydinê 3 mehan jinan li dijî JES’ê nobet girtin û îro cendermeyan êrîş bir ser jinan.    2019: Şule Çet di 29’ê Gulana 2018'an de hat kuştin. Dadgehê ji bo Çagatay Aksu cezayê muebetê û 12 sal û 6 meh ceza da. Ji bo Berk Akand jî 18 sal û 9 mehan ceza da. Jinan di salona danişînê de dirûşma “Bijî piştevaniya jinan” berz kirin.