2'yê Kanûna 1996'an: Kovara Jinên Kurd 'Jujin' dest bi weşanê kir! 2022-12-02 09:07:52       Kovara Jinên Kurd Jujin di sala 1996'an de dest bi weşanê kir. Gelek jinên ku di kovara Rozayê de cih girtin piştî bi demekê xwestin bi Jujinê kovargeriya jinê berdewam bikin...   "Çima Jujin?" jinên ku navê kovarê lê kirin vê pirsê wiha dibersivînin; "Me navê Jujî bi kar anî; Bi vî navî me xwest ku em jinên wekî zayenda duyemîn tên dîtin, li dijî tundiya li me tê kirin û neparastina xwe derkevin. Li dijî hemû pêkanînên neyînî yên li ser me, me dixwest ku striyên me, sîxên me hebin û em pê xwe biparêzin. Ev strî û sîxên me ku ji bo parastina me ne wê li dijî nêrîna mêrê serdest a li jinê bibin çeka parastinê. Jujin wêneyê berxwedana me ya li hemberî xeteriyên ku em pê re rûbirû dimînin û li dijî vê strî û sîxên xwe nîşan didin e."    Koma Jujinê ku kovara jinan e û serbixwe nîşan dide dibêje, "Em dixwazin piştevaniya têkoşîna nasnameya jinên kurd a neteweyî û zayendî bikin û em dixwazin di serî de jinên kurd bi giştî di nava hemû jinan de girêdaneke hestiyar a bi hev re çêbikin."   Di Kovara Jujinê de ku heta sala 2000'î weşana xwe berdewam kir de, bi zaravayê kurmancî yê Kurdî jî nivîs hatine weşandin.    Hin bûyerên di dîrokê de ku îro qewimî ne wiha ne:   1988: Benazir Butto wekî Seroka Pakîstanê sond xwar.    2015: Li Dusseldorfê ji bo siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.    2015: Meclîsa Avakirinê ya Êzidiyan a Şengalê encamnameya civîna bi berfirehî li dar xistibûn eşkere kir. Di encamnameyê de hat xwestin xweseriya Şengalê bê qebûlkirin. Her wiha ji bo beşdariya YBŞ'ê ji bo xweparastinê bang hat kirin.    2015: Îro 5'emîn salvegera qedexeya derketina derve ya herî demdirêj a li navçeya Sûrê ya Amedê hat ragihandin e.   2016: Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), starta kampanyaya xwe ya bi dirûşma "Em jin li dijî OHAL'ê di her halî de li berxwe didin" dan.   2016: Bi wesîleya 25'emîn sala damezrandina Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çatiyê pirtûka bi navê "Bi piştevaniya Femînîst re 25 sal" derket.    2017: Nivîskara çîrokên kurd Mekkawi Said a Misirî li Kahîreyê jiyana xwe ji dest da.    2020: Saziya civaka sîvîl a navenda wê Cenevreya Siwêdê ye, Press Emblem Campaign (PEC), diyar kir ku ji meha adarê ve li 56 welatî nêzî 500 rojnamegerî ji ber Covid-19'ê jiyana xwe ji dest dane.