1'ê Kanûna 1978'an: Kovara Kadinca derket 2022-12-01 09:20:00     Hejmara yekem a Kovara Kadinca ya li Tirkiyeyê ji bo jinan gelekî girîng bû, derket. Nivîskar Duygu Asena heta 1'ê Kanûna 1978'an derhêneriya weşana giştî kir.     1955: Rosa Parks li Alabama Montgomeryê dijiya û karê dirûtinê dikir. Di 1'ê Kanûna 1955'an de dema ji kar derdikeve li wesayetê siwar dibe û li gor rêgeza dayina cih a di wesayetê de ya ji bo mirovên sipî, tev negeriya! Ev raperîna Rosayê ji bo rakirina newekheviya di navbera mirovan de bû wekî çirûskekê.   Li gor zagona ji 1900'î şûnde di meriyetê de bû dorên yekem ên di wesayetan de ji bo mirovên sipî yên dawiyê jî ji bo yên reşik hatibûn veqetandin. Li gor zagonê mirovên reşik û sipî nikaribûn li gel hevdu rûniştina. Di 1'ê Kanûna 1955'an de Rosa li gor vê zagonê tev negeriya. Dema hinek mirovên sipî li ser piyan dimînin ajokar dixwaze Rosa û reşikên bi wê re di heman rêzê de rûdiniştin derbasî dora dawiyê bibe. Rosa ev yek qebûl nekir. Li ser vê yekê ajokar ba polîs kir û Rosa ji ber sûcê "Xerakirina pergala cemaweriyê" hat girtin.    Serokê NAACP (National Association for the Advancement of Colored People) û Rosa piştî ku hevalên wan kefaletê dide şûnde tên berdan. Rosa û hevjînê wê  Raymond NAACP di rêxistina herêmî de çalak bûn. Ev girtin bû sedema rêxistinkirina çalakiya boykota wesayetê ya yekem. Dema Rosa di 5'ê Kanûnê de derdikeve dadgehê hema hema li her derê Montgomeryê çalakiya boykota wesayetê dest pê kir. 40 hezar kes bi meşê çûbûn kar û vê çalakiyê bal kişandibû. Wê rojê 14 dolar cezayê pere li Rosayê hatibû birîn.    Boykota reşikan heta 20'ê Kanûna 1956'an dewam kir. Newekheviya di wesayetên Şaredariya Montgomeryê di 1956'an de hat rakirin. Çalakî gihaştibû armanca xwe. Rosa ji ber gef lê dihat xwarin û kar nedidît ji Montgomeriyê veqetiya. Her dem têkoşîna tevgera sîvîl da meşandin. Di 1999'an de ji aliyê Kongreya ABD'ê ve hat xelatkirin. Di 24'ê Cotmeha 2005'an de jiyana xwe ji dest da.   2018: Bi pêşengiya hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Rêxistinbûyina me azadiya me ye" bi beşdariya Meclî sa Jinê ya HDP'ê li Amedê konferansa hat lidarxistin. Ji herêmê û Tirkiyeyê 500 delege beşdar bûn. Di konferansê de nirxandin û nîqaş hatin kirin. Di encama nirxandin û nîqaşan de encamname hat amadekirin û di encamnameyê de hat gotin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibe sedem ku li Rojhilata Navîn qeyran pêk werin û hat gotin "Em jinên TJA'yî xwediyê têkoşîneke bi kok in. Em bi bedelên mezin gihaştin her deskeftiyeke xwe."    2019: Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef a di 12'ê Cotmehê de ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hat qetilkirn layiqî Xelata Margerita Troli hat dîtin. Ev xelat her sal li ser bîranîna Margerita ya di nava şerên partîzan a li dijî faşîzmê cih digirt û di bin serenavê "Ji bo jinan jinek" tê dayin.