19'ê Mijdara 2018'an: Qenalên kurdan li dijî tundiyê ekranên xwe tarî kirin 2022-11-19 10:35:59       Stêrk TV, Medya Haber TV,  Aryen TV, Çira TV, Ronahî TV û JIN TV ji bo balê bikişînin ser şîdeta li hemberî jinê saet di 17.00’an de wêşana xwe rawestandin û ekranên xwe tarî kirin.     Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:   1917: Li Hîndistanê cara yekem Îndira Gandhi bû serokwezîr. Îro rojbûna Îndirayê ye. ilk kadın başbakanı ve en uzun başbakanlık yapan ikinci kişisi olan İndira Gandhi doğru.    1988: Piştî mirina şefê cunteya leşkerî Ziya Ul Hak a sala 1988'an li Pakistanê cara yekem di sala 1977'an de hilbijartineke serbixwe pêk hat. Di 19'ê cotmeha 1988'an de Benazir Butto bû serokwezîra yekem a jin.   2015: Şaredariya Geverê ya Colemêrgê ji bo xebatên jinan Meclîsa Jinan ava kir.    2015: Emel el-Kubeysi li Dewletên Ereban bû seroka meclîsê. Di dîrokê de cara yekem jinek bû seroka meclîsê.   2016: Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di çarçoveya hemleya xwe ya bi sernavê "Tolhildana Jinên Êzidî" bi operasyona ku da destpêkirin 3 jin û 5 zarok ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin.     2017: Tîma Kaşkaşok a Jinan a Nîjeryayê cara yekem tevlî Olipiyatên Zivistanê ya sala 2018'an bû. Ev tişt di dîroka Nîjeryayê de cara yekem bû.    2017: Cecilia Bartoli tevlî Koma Sistine Şapeliyê bû li Qesra Apostolîk a Vatîkanê bû û piştî 500 sal şûnde cara yekem jinek tevlî komê bû.    2018: Rojnameger nivîskar parêzvana mafên jinan Berat Gunçikan jiyana xwe ji dest da.