15'ê Mijdara 2021'ê: Li Londonê çalakiya jinan 2022-11-15 09:11:36     Ji hêla Platforma Piştevaniya Jinan a Londonê ve li dijî şîdetê çalakiyek hat lidarxistin. Înîsiyatîfa Jinan, Yekitiya Jinan a Sosyalîst, Jinên Nû, Cemevî, Alxas-Com, Nûnerên saziyên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de jinan dirûşma "Ji şîdetê re na, ji qirkirina jinê re na" û “Kuştina jinan polîtîk e" berz kirin. Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyar kirin ku têkoşîna jinan êdî ji sînoran vedetir e, jin li tevahiya cîhanê li dijî qetilkirina jinan û polîtîkayên şer di nav rêxistinbûnê de ne û têdikoşin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku heta azadiyê dê li ber xwe bidin.     Hin ji bûyerên dîrokî ku îro qewimîne wiha ne:   1978: Antropologa Amerîkî Margaret Mead koça dawî kir. Margaret bi beşdariya xwe ya di avakirina pira di navbera femînîzm û antropolojiyê de û bi giştî ramana femînîst tê zanîn.     1984: Sekretera Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xeleh a di 2019'an de di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser  herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat qetilkirin îro ji dayik bibû.   1990: Jinan di 15'ê mijdara 1990'î de li  Tirkiyeyê Wezîrê demê yê ji Malbatê Berpirs Cemîl Çîçek ji ber gotinên wî yên zayendparêz li Galatasaraya Stenbolê şermezar kir.     2018: Li Tirkiyeyê stargeha jinan Mor Çati ji bo ku mafên jinan di çarçoveya qanûna 6284 de biparêze kampanya "Min biryar girt"  da destpêkirin.