27'ê Cotmeha 2021'ê: Partî û Saziyên li Ewropayê têkilî çekên kimyewî bang li OPCW'ê kirin 2022-10-27 10:24:12     Partî û Saziyên Kurd ên li Ewropayê têkilî êrişên bi çekên kimyewî ya li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê bi daxuyaniyeke niviskî bang li Ofîsa Karên Bêçekirinê ya Neteweyên Yekbûyî(NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin ku bi erka xwe rabin û bilez bikevin nav tevger û hewldanan.   Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Ji nîsana 2021’ê û vir ve, di nava sînorên Iraqê de li qada jêrdestê Rêveberiya Herêma Kurdistanê, em bênavber destdirêjayiyên leşkerî yên dewleta tirka dibînin. Ev tevgêra ku ji aliyê hiqûqê navneteweyî ve mîna dagirkeriyê dikare were dîtin, ev tevgêr binpêkirina gelek mafan bi xwe re diafirîne. Di nava van binpêkirinan de, di serî de bikaranîna çekên qedexekirî tên. Ji ber ku van herêman him qadên şerin, him ji lêgerînên şandeyên sivîl û bêalî re girtîne, têra xwe agahî nikare were standin.   Ji ber ku herêmên şer ji çavderiyên serbixwe re ne vekirîne, ev jî dibin delîlê pirsgrêkê. Di bin van şerd û mercan de, ji bo agahî bigihê raya giştî, bi tenê dikare ji aliyê hêzên gerilayên ku di bin raseriya çekên qedexekirî û kîmyawî de dijîn û yên nêzî wan ve were.     Ji 23'ye nîsanê heta 23'yê cotmehê di nava 6 mehan de herî kêm 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di nava van rojan de, bi êrişên çekên kîmyewî ve 38 gerila jiyana xwe ji dest dane.   Di 3'yê Îlona 2021'an de, li herêma Girê Sor, di encama êrişa çekên kîmyewî de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, 3 gerîlayan jî li gel ku zerar dîtinin jî rizgar bûne. Her 3 gerîlayên ku rizgar bûne, li ser bêhn, tam û bandora van gazên hatina bi karanîn agahiyên şênber dane. Her wiha li ser gerîlayên ku jiyana xwe ji dest danin jî tiştên bi çavên xwe dîtinin agahî dane. Van daneyên şênber, herî kêm ji bo ev mijar bi kurayî were lêkolînkirin me têr agahdar dike.   Her wiha qasî agahiyên hatine standin, ji ber ku însanên li Herêma Behdînana ku bûye herêma şer dimîn jî, di bin bandora van çekên kîmyewî de mane û rakirine nexweşxaneyên cuda. Gelê herêmê, ji ber ku di bin metirsiyê de dijîn, newêrin agahiya bidin.   Weke dîwar bêdeng dimînin!   Mirov dikare ji biryarên saziyên dadigeriyên navneteweyî jî agahiyên ku zordarî û qirkeriya dewleta Tirka yê li ser Gelê Kurd û bi giştî sivîlan dide birêveberin bibîne. Her wiha gelek agahiyên misoger ên li ser çekên qedexekirî çawa hatine bi karanîn, ji aliyê saziyên Ewropayî ve jî hatine lêkolînkirin û hatine pêşkêşkirin. Bi taybetî di van pênc salên dawî de, li dijî Gelê Kurd, şerê tunekirinê, her cûre êrişên qirêj ên paqijkirina etnîkî çawa tên birêvebirin em dibînin.    Êdî Gelê Kurd, baş dizane ku çawa bûye armanca dewleta Tirka û çawa çekên kîmyewî bi kartîne, çawa hiqûq û pîvanan nasnake. Lê ya balkêş ev e ku, hêzên navdewletî, saziyên wan, hin aliyên xwe serbixwe didin nîşandan, li dijî van êrişên derveyî hiqûq û mirovahiyê, weke dîwar bêdeng dimînin!   Gelo çima hûn tevnagerin?   Em zanin ku diviya OPCW saziya li ser mijara bikaranîna çekên kimyewî herî lezgîn û çalak tevbigeriya. Di nava bêdengiya navneteweyî de, ya herî zêde bandorê li ser me dike hilwesta we ye. Ma asayî nîne ku li ser mijara bi karanîna çekên kîmyewî, Gelê Kurd, weke saziya herî erkdar hêviyê ji we bike? Ma sedema hebûna we, nê pêşîgirtina bikaranîna çekên qedexekiri ye? Ê baş e, li gel ewqas agahî û metirsiyan gelo çima hûn tevnagerin?   Em ji we hêvî dikin ku hûn ji bo Gelê Kurd daxwuyaniyek cidî bidin. Gelê me, li ser mijara êrişên van çekên kîmyewî ji we, bendewarê hilwestek zelal û tevgêrê ye. Her ku hûn bêdeng bimînin, hizir dike ku hûn jî van êrişan erê dikin.    Em partî û saziyên Kurdistanî yên ku li Ewropayê dijîn ên îmzeyên me li jêr in, metirsiyên gelê xwe parve dikin, ji we ve bendewarê daxuyanikê ne. Ya herî giring jî, ji bo pêşîgirtina êrişên kîmyewî ku erkê we yê bingehîne, em dixwazin hûn bi lez bikevin nava livbaziyê!"   1932: Ji helbestkarên herî girîg a sedsala 20'emîn Sylvia Plath di 27'ê Cotmeha 1932'ayan de ji dayik bû.  Sylvia li dû xwe girseyeke mezin a heyranan hiştibû û di 1963'yan de dawî li jiyana xwe anîbû.    2015: Dayika Şemsê Bircan Yildiz (Fermandar Ayşe) ya ji kadroyên yekem a PKK'ê, Elif Yildiz li ser wesiyeta wê li Gundê Gulbarîna Dêrsimê hat definkirin.    2015: Lijneya Jinan a Kantona Kobanê bi civînekî Qanûnên Jinan aşkerakir.   2015: Dîlek Dogan a ku li Stenbolê ji guleya polîsan hat qetilkirin li dirûşma "Dewleta qatil dê hesabê bide" hat definkirin.    2016: Polîsan bi ser KJA'yê de girtin. Polîsan bi ser Navenda Giştî ya KJA'yê de girtin û dest xistin ser pirtûk, kovar, hard dîskên kompîturan.    2016:  Xelata Mafê Mirovan a Sakharov ya Yekîtiya Ewropayê jina kurd a Êzidî Nadia Murad Basee û Lamiya Ali Bashar girtin.    2016: Ji bo azadiya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak nêzî 100 saziyên jinan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.    2017: Kovara qerfan a bi navê Leman wêneyê ku wesayeta zirxî li Felek Batur a 7 salî dikeve kir wêneyê berga xwe.    2019: Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî  (TJKN) 2'yemîn kongreya xwe li Krasnodar a Rûsyayê li dar xist. Nêzî 130 delege ji Kazakistan, Gurcistan, Ermenistan û Rûsyayê tevlî kongreyê bûn.