25'ê Cotmeha 1992'yan: Bêrîtanê çalakiya dîrokî pêk anî 2022-10-25 09:28:28     Yek ji jinên pêşeng ên tevgera jinên kurd Gulnaz Karataş Bêrîtan ku li Xakurkê li dijî îxanetê çalakî pêk anî, jiyana xwe ji dest da. Bêrîtanê bi vê çalakiya xwe navê xwe li dîrokê nivîsand.     1996: Li Îrlandayê "Çilşoxaneya Magdaleneyê" ya dawî hat girtin.     2001: Sureyya Îsfendîyarî Bahtîyarî li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hate dîtin.    2014: Reyhan Cabbarî, ji ber ku mêrê tecawizî wê kir kuşt ji aliyê rejîma Îranê ve hat bidarvekirin.   2015: Ajansa Jinê JINHA ya bi dirûşma, "Em zimanê medyayê diguherînin" di 8'ê Adara 2012'an de hat vekirin li Kobanê nûnertî vekir.    2015: Li bajarê Elmanya Wuppertal rêxistinên jinan hatin gel hev û panela bi dirûşma, "Li dijî qirkirina jinê em ê li hemû qadan xwe bi rêxistin bikin" li dar xistin.   2015: Tevgera Jinê ya Şoreşger a Nepalê ya ji şervanên YPJ'ê yên li Kobanê name şand diyar kir ku ew ji têkoşîna jinên kurd pir bi bandor dibin û cesaretê jê digirin. Her wiha di nameyê de hat diyarkirin ew hêvî dikin ku di 2'yemîn Konferansa Jinê ya Cîhanê ya dê li Nepalê bê lidarixstin de dîsa bi jinên kurd bên gel hevdu.