20'ê Cotmeha 2017'an: Jinên Arjantînî li dijî êrîşa zayendî dest ji kar berdan 2022-10-20 09:13:41     20'ê Cotmeha 2017'an: Jinên Arjantînî li dijî êrîşa zayendî dest ji kar berdan   Li Arjantînê jinan li dijî êrîşa zayendî ya li Lucîa Perez a 16 salî ku ji aliyê çeteyên hişbirê ve hat kirin û ew qetil kirin saetekê dest ji kar berdan û derketin kolanan.    Hin bûyerên dîrokî ku di vê rojê de qewimî ne wiha ne:   1740: Nivîskar Isaelle de Charriere îro hat dinê. Isaelle di Serdema Ronakbûna Rojavaya Ewropaya de gelek feyde da nivîskariya jinê. Bi eslê xwe xelkê Hollandayê ye, nivîskariya senaryoya şanoyê û bestekariya muzîka klasîk a rojavayî jî kiriye.    2004: Nivîskara Avusturaliyayî ya feminîst Elfirîde Jelînek, di 2004'an de Xelata Nobelê girt.    2010: Ji MEDIZ'ê banga "nebin hevparê tecawizê" hat kirin.    2015: Gulay Unuvar Ozdeş, di nav damezirandina Arteşa Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKO) de cih girt. Her wiha di nava nifşê 68'an de bû. Gulay ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.    2015: Koordînator Konferansa Jinan a Ewropayê Monîka Gaertner- Engel, ji Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak re nameyek şand, doza derbarê wê de hat vekirin şermezar kir û ew vexwend 2'emîn Konferansa Jinan a Cîhanê.    2015: Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BIKG) ji bo li dijî komkujiyan deng derxe li Meydana Galatasarayê ya Stenbolê çalakî li dar xist.    2016: Li Eyaleta New York'ê jineke reşik a dîn ji aliyê polîsan ve bi çekê hat kuştin.