18'ê Cotmeha 2015'an: Dîlek Dogan ji hêla polîsan ve hat qetilkirin 2022-10-18 09:17:48     Dîlek Dogan bi eslê xwe kurd û elewî ye. Di 18'ê cotmeha 2015'an de polîsên taybet bi ser mala Dîlekê de girtin û Dîlek birîndar kirin. Dîlekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Hinek geşanên di dîrokê de îro qewimiye wiha ne:    2015: Bi bangaweziya KJA'yê jin li hev civiyan û li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê li Enqereyê ji bo kesên ku li Enqereyê hatin kuştin çalakiya dengderxistinê li dar xistin.    2015: Koordînasyona Krîzê ya RJAK'ê li Silêmaniyeya Herêma Federal a Kurdistanê banga yekîtiya jinan kir.    2015: Her sal "Hevdîtina Jinan" a ku her sal li bajarêkî tê lidarxistin, di 30'yemîn hevdîtina jinan de li Arjantînê pêk hat. Hevdîtina jinan li Mar del Platayê pêk hat û 60 hezar jin tevlî hevdîtinê bûn. Her wiha nûnerên Tevgera Jinên Kurd jî beşdarî hevdîtinê bûn.    2015: Di 18'ê cotmeha 2015'an de polîsên taybet bi ser mala Dîlekê de girtin û Dîlek birîndar kirin. Dîlekê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    2015: RJAK'ê ji bo şopandina krîza aborî û siyasî ya li Herêma Federal a Kurdistanê komîsyonên taybet ava kir.    2016: Xebatkara Weşangeha Aramê Zozan Emîne Ozkeskin, bi hinceta li fûara pirtûkan a Amedê pirtûkên siyatmetar Sakîne Cansiz firotiye û her wiha wêneyên Gurbetelli Ersoz daliqandiye doz lê hatibû vekirin. Zozanê ji dozê bereat kir.    2016: Cara yekem li Çiyayê Şengalê ji hêla Yekîneyên Jinan a Şengalê (YJŞ) ve cihên asayişê ya bi navê Şehîd Gulçin hat avakirin.    2016: Civîna Meşa Jinan a Cîhanê li Mozambikê hat lidarxistin û cara yekem jinên Kurdistanî wekî delege tevlî civînê bûn. Di civînê de têkoşîna jinên kurd hat silavkirin.    2017: Ligel bertek û nerazîbûnên rêxistinên jinan û partiyên siyasî meclîsê erka mehrbirînê ya fermî da muftiyan.    2017: Ji bo balkişandina ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser înternetê bi etiketa "#İmralıHeyetiÖcalanlaGörüşsün kampanya hat destpêkirin.    2018: Marbella Ibarra li Meksîkayê ji bo pêşketina jinan a di qada fûtbolê de di nava hewldanan de bû hat kuştin.    2018: Meclîsa jinan a Tebqayê di çarçoveya rêxistinbûna jinê de li gundê Siwêdiyê navendek vekir.    2019: Jinên femînist li dijî êrîşên Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balafirgeha Berlînê dagir kirin.