4'ê Cotmeha 2014'an: Ji bo piştgiriya Kobanê jin çûn Pirsûsê 2022-10-04 09:59:02   Ji bo beşdariya serhildana nobeta sînor a ji bo piştigiriya Kobanê ya li dijî êrişên DAÎŞ'ê li berxwe dida, jin çûn Pirsûsê.    Tevî endamên Tevgera Jinê ya Azad (DOKH), Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê (BÎKG), Jinên Anarşîst, Kolektîfa Femînîst, Sosyalîst, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, HDP, HDK gelek jin ji bo beşdariya serhildana nobeta sînor a ji bo piştigiriya Kobanê ya li dijî êrişên DAÎŞ'ê li berxwe dida, çûn Pirsûsê.    Hinek geşedanên din ên di dîrokê de îro wiha ne:   2011: Di operasyonên KCK'ê yên li Stenbol, Amed, Êlih, Enqere, Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, li Navçeya Misircê ya Sêrtê pêk hat de 123 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin.     2014: Rêxistinên jinan ên ji gelek aliyên Tirkiyeyê ji bo piştigiriya jinên ji Kobanê hatine û ji bo cejnê di nava piştevaniyê de derbas bikin çûn Pirsûsê.    2014: Li Bazidê jinên DOKH'î ji ber êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Kobanê ber bi qeymeqamtiyê ve meşiyan. Jinan bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan kirin.    2014: Heyeta serokatiya Parlamenteta Partiya Kesk a Elmanyayê û Cîgira Serokatiya Parlamentoyê Claudia Roth jî pê re li Pirsûsê bi parlamenterên HDP'ê hat gel hevdu û derbarê kesên ji bo Kobanê hatine agahî girt.     2016: Ji ber di saetên êvarî de balafirên şer Gundê Herdeyê yê Bedlîsê bombebaran kir Radife Erdemir a li baxçeyê xwe yê 500 metreyê nêzî gund gîha dida hevdu hat kuştin.    2016: Abby Marry mêrê bi navê S.T. ê îstimara zayendî li ser medyaya sanal li wê kir û hat gotin polîs e û li Tirkiyeyê dijî li ser hesabê xwe yê facebookê teşhîr kir.    2016: Li navenda Dêrsimê di 6'ê Îlonê de polîsek bi wesayeta zirxî li Naciye Ozdemir a 71 salî qewimîbû û Naciyeyê jiyana xwe ji dest dabû. Polîsê hat girtin piştî 28 rojî di rûniştina yekem de hat berdan.    2019: "Pêşnûmeya Qanûnê ya Têkildarî Guhertina Hinek Qanûnên Xizmetên Nifûsê" ya ji bo raya birîna mehra zewacê ji bo muftuyan bê dayin ji komisyona karê navxweyî ji bo komisyona binî hat şandin. Tevî îtirazên mûxalefetê jî ev yek hat qebûlkirin.